ENKS kongreya xwe pêkanî û kiryara çekdarên PYDê şermezar kir!

ENKS kongreya xwe pêkanî û kiryara çekdarên PYDê şermezar kir!

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), piştî kongreya xwe ya 4emîn pêkanîn, daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.  ENKSê di 14ê Mijdarê de hewldan kongreya xwe çêbikin, lê çekdarên PYDê ketin cihê kongreyê û endamên kongreyê derêxistin derve û nehiştin ew kongreya xwe pêk bînin.

Lê piştre bi awayek din kongreya xwe civandin û roja 29ê Mijdarê daxûyaniyek bi minasebeta pêkanîna kongreyê ragihandin.

ENKS di daxuyaniyê de dibêje:

“Piştî çekdarên PYDê roja 14ê Mijdarê nehiştin kongreya me ya 4emîn li hola destnîşankirî li dar bikeve, me roja 28ê Mijdarê kongreya xwe di bin navê (Ji bo Sûriyayeke piralî, demokrat û hevgirtî ku destûra wê mafên netewe yên Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên din nas bike) de û bi riya çend civînên kongre hat lidarxistin.“

ENKS daxûyaniya xwe de, qedexekirina lidarketina kongreyê li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên asayişê ve şermezar kir û tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir.

ENKSê diyar kir, di civînên kongreyê de Rapora Siyasî, Bernameya Siyasî û Sîstema Bingehîn hatin gotûbêjkirin, ji bo ku bi qonax, pêşketin û pêşhatên kirîza Sûriyê re bûn, bigunce.

ENKS amaje bi wê yekê kir, di civînên kongreyê de hejmarek biryar û rasperdeyan hatin girtin, ji wan:

– Beşdaran rêgirtina lidarxistina kongreyê li salona destnîşankir û li cihê alternatîf, ji aliyê çekdarên ve şermezar kirin.

– Hikûmeta Sûriyê di ber berdewamiya krîzê û êş û azara gelê Sûriyê de berpirs e. Di vî warî de, kongreyê bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar kir ku bi erkê xwe rabin, riya çareseriya siyasî aktîv bikin û fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ta ku biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254 cibicî bike.

– Kongreyê tekezî li ser, giringiya pabendbûna opozisyona Sûriyê bi bijardeya siyasî, danûstandinan, yekrêziya opozisyonê û pabendbûna wê bi naveroka daxuyaniya Riyad 2, bi taybet xalên ku bi doza Kurdî ve girêdayî ye, weke pirseke niştimanî û destûrî û naskirina mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê, kir.

– ENKSê hemû cureyên binpêkirin û tawanên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û yên girêdayî Îtîlafê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û guhertina demografî li wan bajaran û hemû erdnîgariya Sûriyê, şermezar kir.

– ENKSê derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra) ya ku weke rêxistineke terorîst tê binavkirin, bo Efrînê şermezar kir û bang ji bo derxistina wê û hemû komên çekdar ji bajêr kir.

– ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku vegereke ewle ya koçberan bo malên xwe misoger bike, rêveberiya herêmê radestî xelkê wê yên resen bike û parastina ewlekarî ji wan re peyda bike.

– ENKSê desthilata takrewî ya PYDê li herêmê şermezar kir.

– ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir rê li ber gefên Tirkiye derbarê operasyonên leşkerî rawestîne û her wiha daxwaz ji PKKê kir ku xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo şerê xwe yê bi Tirkiyê re bikar neyîne.

– ENKSê bal kişand ser girîngiya pêşxistina çanda pêkvejiyanê û xurtkirina têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên de.

– ENKSê tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir, Ji bo xurtkirina rola encûmenê di warê neteweyî û niştimanî de û rola Kurdan di piroseya siyasî û paşeroja Sûriyê de û bang li HSD û aliyê Amerîkî kir ku berdewamiyê bidin danûstandinên Kurdî.

Pustên heman beş