Swêd koçberekî siyasî yê Kurd radestî Tirkiyê dike

Swêd koçberekî siyasî yê Kurd radestî Tirkiyê dike

Swêdê koçberekî siyasî yê Kurd ku ji ber doza PKKê siza wergirtiye, radestî Tirkiye kir.

Kurdekî bi navê Mehmûd Tat ku xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, wî li Tirkiyê ji ber doza endametiya PKK/KCKê, 6 sal û 10 meh siza wergirtibû û sala 2015an koçberî Swêd bûbû. Lê Swêd daxwaza penaberiyê ya Mehmûd Tat red kiribû.

Polîsa Swêdê Mehmûd Tat bi firokeyê ji Stockholmê bo Tirkiyê dîport kir û şeva borî ji aliyê polîsa Stenbolê ve hate desteserkirin.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin. Di çarçoveya vê peymanê de jî Tirkiyê daxwaza radestkirina hejmarek endamên PKKê û Tevgera Gulenê dike.

Pustên heman beş