Dara Bilek
Piştî bûyera li devera Teksîmê li Stanbulê rûdayî, Tirkiye bi balafiran êrîşek berfireh bir li ser Suriye û rojavayê Kurdistanê. Herweha rayadarên Tirkiye û taybetî serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan cardin behsa temam kirina “koridora ewlehiyê ya 30 kilometreyî“ dike, bi vê armancê ve girêdayî amadebûna operasyonek bejayê dike, Wek operasyona Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
Di bingehê xwe de ev daxwaz û helwesta Tirkiye ne nûye, berdewamiya projeya ketina Efrînê, Serêkaniyê û deverên din e. Her carê Tirkiye êrîşên li ser tixûbê navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dike sedem û mafê êrîşa li himber Suriye û rojavayê Kurdistanê bi awayekî dide xwe. Lê her çi hikmet be her carê ji berî ev babet bikeve rojeve û gotubêjên germ bêne kirin, hinek êrîş çêdibin û ji aliyê Suriye û rojava ve hinek tişt li ser deverên tixûb yan jî di nava Tirkiye de têne kirin. Yanî ev kîne û ji bo çi van sedeman didin destê Tirkiye? Mimkine ku Tirkiye bi xwe jî vê yekê dike, lê eger ji aliyê din ve helwestek bi istikar bê danîn leyiztik eşkere dibe. Lê dixweyê ji aliyê rojava ve jî destên di nava vê leyiztikê de rolek berbiçav dileyzin hene.
Piştî êrîşa li Stanbulê û bombebaranên Tirkiye li Suriye û rojavayê Kurdistanê, rojane piraniyê kanalên televizyonên Tirkan de ev babet ji aliyê gelek kesên siyasî, bisporên leşkerî û diplometên Tirk ve bi seetan tê gotubêj kirin.
Serokkomarê Tirkiye bi zelalî û vekirî dibêje, kesek nikare rê li operasyona me bigre û em di derbarê biryarên xwe de îcazê ji kesekî wernagirin. Xalek din girîn ewe ku, ew muxalefeta bi hemî awayî bi tundî dijitiya desthilata Erdogan dikin, di vê pirsê de bi yek dengî pişgiriyê didin siyaseta Erdogan û didin xûyakirin ku ew li gel desthilatê yek dengin.
Di vê pêvajoyê de, ji Rusya behtir helwesta Amerikayê giring e. Ji ber ku, yê hêza HSDê xweyî dike Amerikaye. Amerika di helwesta xwe li himber Tirkiye qelse. Heta tu helwestek zelal danayne holê. Ji aliyekê daxûyaniyên Qesra Sipî, ji aliyekî daxûyaniyên Pentagon û ji aliyekî ve daxûyaniyên wezereta Derve têne dayîn, lê carê ew jî heman tiştê nabêjin. Tişta ku vekirî dibêjin eve: “ Êrîşên ji suriye û rojava li himber Tirkiye têne kirin êrîşên teroristine, mafê Tirkiye heye li himber van êrîşan parastina xwe bike û ewlehiya tixûbê xwe cihbicih bike. Lê operasyona Tirkiye li himber rojavayê Kurdistanê dikare zererê bide şerê me li deverê li dijê DAÎŞê û dikare zererekî bide leşkerên me li herêmê` ` Eve çend rojin tiştên ku, Amerikî dibêjin evin. Tirkiye jî dibêje yan hunê demana 30 kilometreyî ji sinorê me di nava Suriye û xaka rojavayê Kurdistanê bidin me, yan jî emê bi operasyonek bejayî ewlehiya xwe bikin di garantiyê de.
Niha rewş bi vî awayi ye.Tu siyaseteka Amerika li ser statûkî ji bo rojavayê Kurdistanê tuneye. Herweha bi awayekî ispat bûye kû, reveberiya xweser nikare parastina rojavayê Kurdistanê bike. Dema Amerika xwe bide aliyekî, rêveberiya xweser têkdiçe. Herêma ku îro di bin desthilata reveberiya xweser de ye, piranî cardin dikeve destê Suriye de û Tirk jî heta deverekî berê xwe fireh dikin.
Yek rê heye, wek gelek cara hatî gotin, divê siyaseta PKKê ji rojavayê Kurdistanê dûr bikeve û Kurd li rojava di nava xwe de yekitiyekî ava bikin û da bikaribin pêşerojê de bibin xwedî statûyekî. Eger ev yek nebe di encama dawî de, rewşa Kurda wek ji berî destpêka “şoreşa Surî“ lê tê. Cardin Kurd dikevin di bin desthilata rejima Suriye de û çekdarên PYDê, dê bibin beşek ji artêşa Suriye.
Lê tu cara rewşa civakî, siyasî ya Kurda wek berê venagere. Ji niha ve siyaseta Rêveberiya Xweser bûye sedem ku hêjmara Ereban li Kurdistanê ji ya Kurda ne zêdetir be , ne kêmtire. Demografiya Kurdistanê guhertin. Ji aliyek din ve siyaseta Tirka li herêmê jî heman tişt kiriye. Gelo ne xeribe ku li deverekî tiştên wek hev ji aliyên nawendên cuda têne kirin?