Zirxpoşeke artêşa Tirkiyê li Helebê jinek û zarokek kuştin

al-atarib-halab-turkey

Roja Duşemê, zirxpoşeke serbazî ya artêşa Tirkiyê pîrejinek û zarokek li bajarokê Etarib li rojavayê Helebê kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema 2 zirxpoşên serbazî yên Tirkiyê li nav bajarokê Etarib digeriyan, yek ji wan li pîrejinekê û zarokekê daye û herdu di cih de kuştine.

Piştî bûyerê hejmareke zêde ya xelkê bajarokê Etaribê li zirxpoşên artêşa Tirkiyê kom bûne û dane ber keviran.

Lê Asayişa Giştî ya ser bi Desteya Tehrîr el-Şam ve, an ku Cebhet el-Nusreya berê, wesayîtên artêşa Tirkiyê ji xelkê parastine.

Pustên heman beş