Xuleke rahênana çekên giran a efserên Pêşmerge bi dawî hat

peshmarga-kurdistan

Xuleke rahênanê ya li ser çekên giran a efserên Hêzên Piştevaniya Yek a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li bin serperiştiya hêzên Hevpeymanan bi dawî hat.

Îro Sêşemê 6ê Kanûna 2022yan, bi amadebûna Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî, Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre Hoşmend Heyder, Berpirsê Tîma Şêwirmend a Hevpeymanan a li Herêma Kurdistanê, Fermandarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê û efserên payebilind ên Wezareta Pêşmerge û Fermadarên Serbazî yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, merasîma bidawîhatina xula çarem a bingehîn a Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek birêve çû.

Di destpêka merasîmê de Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek Sîhad Barzanî ronahî xiste ser girîngiya xulên bi vî rengî yên li ser bilindkirina şiyana hêzên Pêşmerge ku dibe sedemeke bihêz ji bo piştevanîkirina hêzên piyade yên li bereyên şer, herwiha spasiya Hevpeymanan kir ji bo alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

Piştre amadebûyên merasîmê serdana “qada avêtinê” kirin ji bo temaşekirina nimayîşeke serbazî ku ji aliyê efserên beşdarbûyên xula li ser çekên giran, hat encamdan.

Di vê xulê de 28 efserên pêşketî yên fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek bo dema sê mehan bi awayekî sift, rahênan li ser çekên giran kirin.

Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ye û erkê piştevaniya hêzên piyade yên hêzên Pêşmerge li ser stûyê wan e, di dema borî de jî rola wan a girîng hebû di bereyên şer ên dijî DAIŞê de.

Pustên heman beş