Mafnas: Deshilat dixwaze pirsa Kurd bi şer çareser bike

Mafnas: Deshilat dixwaze pirsa Kurd bi şer çareser bike

Bi hatina 10ê Berfanbarê roja Cîhanî ya Mafê Mirovan re, li Tirkiyê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve raporta sala 2022an ya di warê binpêkirina mafan de hate ragihandin. Rayedarên komele û wexfên mafê mirovan diyar dikin ku li Tirkiyê di hemû warên jiyanê de binpêkirin hene û her zêde mafê jıyanê hatiye binpêkirin. Taybetî jî tune hesibandina gelê Kurd wek salên berî îsal jî berdewam kiriye.

Komeleyên Mafê Mirovan raporta salane ya binpêkirinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di warê mafan de rû dane parve kir. Di raporta hatî ragihandin de di 11 mehên borî yên sala2022an de herî zêde mafê jiyanê û mafê azadiya fikr û ramanan hatiye binpêkirin. Li gorî raportê di şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, di êrîşên nîjadperestî yên li ser Kurd, penaber û kêmnetewan de, ji ber nebûna bergiriyan li ser kar û di êrîşên mêran yên li ser jin û zarokan de bi giştî 2 hezar û 200 kesan canê xwe ji dest daye. Li gel vê yekê ji ber ku nûçe amade kirine û fikren xwe ragihandinê 64 rojnamevan niha girtî ne û derbarê 252 xebetkarên çapemeniyê de doz hatiye vekirin. Mafnas diyar dikin ne tenê div an her du mijaran de di hemû qadên jiyanê de binpêkirin di asta jor de ye.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Oztûrk Turkdogan ji K24ê re got: “Di mijar Edalalet, azadiya fikr û raman û bêsizakirinê de jî rewş li Tirkiyê gelek xirab e. Di warê mafên aborî û civakî de jî binpêkirin di asta herî jor de ne û gelê Tirkiyê bi qeyraneke kur ya aborî re rû bi rû ye.  Li gorî raportên navdewletî jî Tirkiye di rêza welatên neazad de ye û herî zêde dosyeyên Tirkiyê li ber destê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ne.”

Her wiha di raportê de tê gotin ku deshilata Tirkiyê pirsa Kurd ev 7 salin bi şer dixwaze çareser bike û di encamê de heta niha 6 hezar kesan canê xwe ji dest daye û dîsa Kurd tune tê hesibandin.

Mafnas Huseyîn Başbalaban dibêje: “2022an de tiştek wek gaveke aşitiyê gaveke siyasî ne diyare. Li ser çapemeniyê, li ser siyasetmnedarên Kurd, li ser sazî, nasname û zimanê Kurdan dîsa qedexekirin berdewam kir.”

Li gel vê yekê di raportê de tê gotin ku li girtîgehên seranserê Tirkiye û bakurê Kurdistanê niha nêzî 340 hezar girtî hene ku ji wan 1500î zêdetir girtiyên nexweş in û di 11 mehên borî de 61 kesan di girtîgehan de canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş