Di encama bombebarana Tirkiyê de welatIyekî jIyana xwe ji dest da

turkey-eyn-isa-kobai-rojava-kurdistan

WelatIyekî 61 salî yê ji gundewarê rojihlatê eyn Îsayê, di topbarana artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro roja yekşemî 11/12/2022 ragihand ku welatiyekî 61 salî yê ji gundewarê rojihlatê Eyn Îsayê, ji ber birînên xwe yên duh ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê de pê ketibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Destnîşan kir, ev welatî ji gundê Hewîceyê ye, duh roja şemî ew li nav zeviya xwe bû wexta ketiye ber êrîşa bi topan ya artêşa Tirkiyê û birîndar bibû.

Êrîşên artêşa Tirkiyê ji 7 vê mehê ve bê navbir li gundewarê Eyn Îsa û Kobanê dewam dikin.

Pustên heman beş