Erdogan derbarê “HSD” de daxwazekê ji Putin dike

Erdogan derbarê “HSD” de daxwazekê ji Putin dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di pêwendiyeke telefonî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re tekezî li ser vekişîna hêzên HSDê 30 kîlometroyan ji sînorê Tirkiyê û cibicîkirina rêkeftina Soçiyê kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Tirkiye, Erdogan di pêwendiya telefonî de daxwaza cîbibcîkirina Peymana Soçî ya sala 2019an jî Putin kir û amaje bi wê yekê kir ku dûrxistina hêzên HSDê 30 kîlometreyan ji sînorên Tirkiye, xalên wê ye.

Roja 22ê Cotmeha 2019an Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî têgihîştineke îmze kiribû, li gor wê rêkeftinê jî hêzên HSD/YPGê 30 K.M ji sînor vekişiyan.

Her derbarê vê pirsê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hefteya borî di hevpeyvîneke ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” de got: “Ji aliyê xwe ve em pabendî rêkeftinên sala 2019ê bûne. Hebûna me li wir nîne heta ku ji me bê xwestin bi kûrahiya 30 km vekişin. Em bi fermî ne li ser sînor in. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hene, lê ew li derveyî rêkeftinan in.”

Di pêwendiya telefonî ya Erdogan a bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re, mijarên herêmî yên wekî enerjî’, pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê, korîdora genim û têkoşîna li dijî terorê hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokomar Erdogan ji dil xwestiye ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de di zûtirîn dem de bi dawî bibe.”

Pustên heman beş