Ciwanên Şoreşger zarokekî din yê 12 salî ji Kobanê revandin

Mûsa Salih Elo -Info

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger zarokekî din yê Kurd ji bajarê Kobanê revandin û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li roja 22 Mijdara 2025ê, çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, zarokekî temen 12 sal ji Kobanê revandin û çarenûsa wê nediyare.

Çavkaniyên me aşkere kirin, zarokê revandî navî wî Mûsa Salih Elo ye, ji şêniyên gundê Dadelê yê kobaniyê ye, xwendekare û li pola 6ê ye. Navê dayîka wî Mîrxan Ebdulqadir û bavê wî jî şofêrê pasê ye li nêvbera Reqqa û Kobaniyê de kar dike.

Çeteyên Ciwanên Şoreşger weke bi sedan keç û zarokên ku wan ji boy PKKê û YPGê revandine, zarokê bi navê Mûsa Salih Elo jî bo bingehên meşqê û leşkerkirina bi zorê birine.

Hêjayî bi bîranînê ye, li du mehên rabûrî Ciwanên Şoreşger 12 zarok Kobanê revandine û çarenûsa wan bi nedyarî maye.

Ciwanên Şoreşger rêxistineke Ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast ya Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.

Pustên heman beş