Li Rojhilatê Kurdistanê befirê rêyên 40 gundan daxistin

Li Rojhilatê Kurdistanê befirê rêyên 40 gundan daxistin

Rêveberiya Rêyan a Parêzgeha Sineyê ragihand ku, befir û tofanê rêyên 40 gundên wê deverê daxistine.

Rêveberê Rêveberiya Rêyan a Parêzgeha Sineyê Ramîn Mehmûdî îro (Çarşem, 10.12.2025) ji ajansa nûçeyan a IRNAyê re got: “Rêyên 40 gundên parêzgeha Sineyê ji ber befir û tofanên du rojên borî hatiye daxistin û hatinçûn lê nayên kirin.”

Ramîn Mehmûdî herwesa got: “Heke rewşa seqayê zivistanê berdewam be, hejmara gundên ku rêyên wan tên daxistin dê zêde bibe.”

Navbirî tekez jî kir ku, her çend tîmên wê rêveberiyê berdewam mijûlî rakirina befirê û vekirina rêyan in jî, lê zehmetiya deverê û zêdehiya befirê rêyê li ber karên wan digire.

Li gorî zanyarên seqayê yên parêzgeha Sineyê, li bajarkên Seqiz, Bane, Merîwan, Gerdeneya Jalane û Mirwariyê befireka zêde bariye û hatinçûn li wan deveran nemimkin e.

Pustên heman beş