Fermandarekî mezin ê PKKê hat kuştin

Bîlal Karakuş -pkk

Rêxistina PKKê ji dest dana fermandarekî xwe yê pilebilind bi navê Bîlal Karakuş ragihand ku 5 mehan berê li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin û ji nûve mirina wî îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 16/12/2022 ragihand ku fermandarê wê yê pilebilind bi navê Bîlal Karakuş û kodnavê Elî Heyder Dêrsim, li 17 tîrmeha îsal 2022 ê li çiyayên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ye.

HPGê mirina vî fermandarê xwe jî weke tev rêhevalên wî veşartî hişitbû û paş derbasbûna 5 mehan ji nû ve îlan kir.

Hat diyarkirin ku Bîlal Karakuş ê bi nasnav “Elî Heyder Dêrsim” di sala 1993an de ji Dêrsimê tevlî PKKê bûye, di navbera salên 1993-98an de li Dêrsim û Erziromê, di navbera 1998-2001an de li herêma Behra Reş û di sala 2003an de Amedê maye.

Hate ragihandin ku Bîlal Karakuş ji sala 2009an û vir ve li Herêma Kurdistanê bi taybetî herêma Qendîlê li cihên cuda kar kiriye.

Hat diyarkirin ku Bîlal Karakuş di 17ê Tîrmeha 2022an de li çiyayên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye lê belê di daxuyaniyê de agahiyên li ser sedema candana Karakuş nehat diyarkirin.

Pustên heman beş