PAK: Em Qetlîama Mereşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera 44emîn a qetlîama Girgumê peyamek belav kir û qurbanên wê komkujiyê bibîranî.

Li gor Buroya Çapemenî û Ragehandina PAKê daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

44 sal berê, sal1978, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Girgumê(Mereşê), li

Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate kirin.

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkîyê ve

hatibû organîzekirin û li darxistin.

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin kuştin, 1500 kes jî birîndar bûn.

Di 44emîn salvegera Qetlîama Mereşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

19.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

Pustên heman beş