6 Sale PKKê mirina vê fermandara xwe veşartî hiştbû

ekin_halime-pkk-hpg-2016

Rêxistina PKKê nasnameya fermandareka xwe eşkere kir ku 6 salan berê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû û ji nû ve mirina wê ragihand.

HPGê baskê leşkirî yê PKKê duh roja sêşemî 20\12\2022 di daxuyaniyekê de ragihand ku fermandara wan ya YJA-STAR ê ya bi navê Helîme Erbey û kodnavê Ekîn Reşîd di êrîşeke artêşa Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da ye.

Fermandara PKKê Helîme li gorî agahiyên ku PKKê parvekirine, li sala 2016 jiyana xwe ji dest daye û rêxistinê paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wê ragihand.

Helîme Erbey li sala 2001 tevlî rêxistina PKKê bibû, li sala 2014 jî bibû yêk ji fermandarên YJA-STAR ê.

Pustên heman beş