Parêzerekî Kurd di bin eşkenceya çeteyên Tirk de hate kuştin

Luqman Hemîd Henan efrin

Parêzerekî Kurd ê Efrînê piştî du rojan revandina ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, di bin eşkenceyê de hat kuştin.

Parêzer Luqman Hemîd Henan ku berî du rojan ji ber sedemeke nediyar ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hat revandin, îro termê wî radestî malbata wî hate kirin.

Parêzer Luqman Hemîd Henan 45 salî ye, ji gundê Dela yê navçeya Mabeta ye û nexweşiyeke kronîk heye. Parêzer Luqman pêr 20/12/2022an ji aliyê grûpeke çekdar ji nava mala xwe ya taxa Mehmûdiyê ya Efrînê hatibû revandin.

Pêştir jî di 25/7/2020an parêzer Luqman Hemîd ji aliyê çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî ve hatibû revandin û piştî çend rojan hatibû berdan.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, heta niha zêdetir 50 welatiyên Kurd di bin eşkenceya hovane ya çekdaran de hatine kuştin.

Pustên heman beş