Gelo Bafil li ser şopa Lahor Cengî dimeşe?

Serdana Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya duh bo Rojava û wêneyên ku bi rûyê medyatik yê Rojava Mazlûm Abdî û rayedarên din re parve kiribû di nava Kurdan de tê nîqaşkirin. Ji ber ku medyaya PKK ê ev bûyer wek parçeyek ji mijara yekîtiya navbera kurdan nîşan da. Bi taybetî yên ku nabînin YNK û Silêmanî ka çawa di nava qazanekî de dikelin û çi li wir diqewime, rastiya ku bi van serdanan tê nixumandin nabînin.

Bi rastî jî aliyê herî girîng ê serdana Bafil Talebanî bo Rojava blofkirin û nixumandina wan tangasîyan e ku YNK tê de derbaz dibe.

Taktîka kevn a Lahûr şêx Cengî: xwe bi Rojava pak kirin

Ev taktîk ji dema Lahûr Cengî ve hatiye bikaranîn, ku berê li gel Bafil Talebanî hevserokê YNK ê bû lê niha Şûr li hev kêşan e. Lahûr Cengî di her zehmetiya ku dijiya, serdana Rojava dikir û wêne parve dikir. Dema ku ji kar hat avêtin jî, hevsera wî jî bi parvekirina wêneyên Mazlûm Abdî, hewl dida li ber raya giştî xwe pak derxin. Lê ev yek têrî îmaj nû kirine nekir. Niha ne diyar e ka dê ji bo Bafil Talebanî kar bike yan na.

Bafil Talebanî bi palpiştîya Kubat Talebanî gavên ku YNK û Silêmaniyê zêdetir dixin nava tengezarîyê de davêjin. Ji van pêngavan ya yekem bêparkirina hemû kadroyên YNK ê yên welatparêz. YNK di nava xwe de weke bolkanê dikele. PKK ê li Ranya, Qeladizê, Çarqurne  û deverên çîyayî de di nava rêxistênên YNK de xwe bi cîh kirîye. Kadroyên nav YNK ê ji ber metirsîyas li ser wan tirsonek û xemsar tevdigerin. Yanî YNK karektera xwe ya partiyê hema bêje winda kiriye.

Dîsa namzedbûna Bafil Talebanî û wendakirina Berhem Salih di hilbijartinên Serokomariya Iraqê de, tevî hemû nerazîbûnan, di nava YNK ê de şikestin û bê hêvîbûn çêkir.

Wehap Halabçeyî kujerê Hawkar Caf li kêleka Mazlûm Abdî

Bafil Talebanî ji bo tasfiyekirina kesayetên muxalifê xwe ên di nav YNK ê de rêbazên mafyayî bikar tîne. Belê sahmek li ser endaman çêkirî ye lê rêza wî li nava YNK ê de berhewa bûye. Di destpêka van bûyeran de mirina Hawkar Caf, ku jin û zarokên wî yên biçûk jî di wesayîtê de bûn, di encama teqandina bombeyeke ji dûr ve li Hewlêrê. Hewkar Caf ku berê fermandê hêzên Antî-Terorê yên YNK ê bû, beriya du salan ji ber pirsgirêkên di nava YNK ê dest ji erkên xwe kişandi bû. Kujeran diyar kirin ku ew ji aliyê îstixbarata YNK ê û efserê hêzên dijî terorê yên YNK ê ve hatine organîzekirin. Yek ji van navan jî Wahap Helebceyî bû.

Di şanda YNK ê ku duh çûbû Rojava de Wahap Helebceyî bi Bafil Talebanî re bû. Ma bi kesekê ku otomobîla zarok tê de bûn bê teredût biteqîne wijdan heye gelo. Bafil vî qatilî “di bin navê yekîtiya kurdan de” dixwaze pak bike.

Veqetîayên di nava YNK ê

Ev ne yekem cinayeta Bafil Talebanî ye. Di 25 ê Mijdara 2021 an de fermandekî nêzî Lahûr Cengî bi navê Murad Kanî Kurdayî di êrîşa li dijî wesayîta wî de jiyana xwe ji dest da. Wê demê şik li ser Bafil Talebanî û îstixbarata YNK ê Zanyarî bû. Piştî salekê di Mijdara 2022 an de malbata Mûrat Kanî daxuyaniyek da û got: “Em bi dehan sal in endamê YNK ê ne, em kuştina kurê xwe qebûl nakin, em ji YNK ê derdikevin” û tevlî PDK ê bûn.

Hat zanîn ku ne tenê malbata Mûrat Kanî kurdeyî, gelek malbatên derdora YNK ê xwe ji karên partîyê paşve kişandine.

Reva ji Silêmaniyê:

Tê zanîn ku YNK di jiyana rojane de siyaseteke cidî ya zext û tirsandinê heye. Li dijî milkên karsazên ku di berê de bi Lahûr re têkildar bûn, dorpêçek girseyî heye. Îhalan nadin wan layanan, karê wan her tim tê asteng kirin, Bafil Talabanî kesê ku guh nede wî ji nava karên aborî derdixe.

Her wiha tengbûna qada aborî ya ji ber siyaseta YNK ê û kêmbûna pêşesazîyan, karsazên Silêmaniyê ditirsîne. Derdorên karsaz û aborî yên Silêmaniyê li Silêmaniyê weberhênanê nakin, mal û milkên xwe difiroşin û hêdî hêdî berê xwe didin Hewlêr.

Melle Farûk Mistefa ku weke sindoqa YNK ê tê binav kirin jî, tê gotin ku pereyên xwe derdixe derveyî welat.

Bafil Talebanî li Rojava dê behsa aboriyê bike?

Tê zanîn ku şerîka Qeywan a Berhem Salih ev demeke dirêj e li Rojava bazirganiyê dike. Heta tê gotin petrola Rojava bi rêya şîrketên YNK û Berhem Salih bi rêyên neqanûnî tên firoştin. Tê texmînkirin ku di serdana Bafil Talabanî de mijara peymana bazirganiya veşartî were nûkirin.

Her wiha plana PKK û YNK ê ya avêtina pêngaveke siyasî ya hevpar heye. Di bin navê “Kongreya netewî” de plan dikin ku vê bikin. Yanî di serdana Bafil Talabanî ji bo Mezlûm Abdî û Rojava de zêdetir blof, parçebûn û xapandin heye ango mijar ne yekîtiya neteweyî.

Ji ber vê yekê jî mirov li wêneyên belavbûyî binêre û weke ku “Kurd li hev dicivin” kêfxweş bibe wê nerast be ew tenê dîtina ber perdeyê ye. Di pişt perdeyê de xuya ye ku ew qatilan hevalên xwe bêtirs kuştî, qaçaxçîtî û îxlalkirina dadperwerî heye. YNK din ava xwe de ne tifaq e wêca wê cawa behsa tifaqa neteweyî bike. Lê tiştê misoger ew ku ev seredan wê hêza PKK ê ya li Silêmanîyê xurttir bike û wê alozîyan zêdetir bike.

Pustên heman beş