Dengên Kurdan û nîqaşên li ser namzetiya Îmamoglu bo Serokomariya Tirkiyê

Dengên Kurdan û nîqaşên li ser namzetiya Îmamoglu bo Serokomariya Tirkiyê

Ligel ku Serokê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi dengê Kurdan bû şaredar jî, hem ew hem jî Maseya Şeşalî di warê pirsa Kurd de bêdengiya xwe didomînin. Hem çavdêrên siyasî yên Tirk û hem jî siyasetmedarên Kurd di vê babetê de balê dikişînin ser giringiya dengê Kurdan û dibêjin; bêyî Kurd pesend bikin hîç kesek nikare bibe Serokomarê Tirkiyê.

Piştî sizayê li dijî Ekrem Îmaoglu hate pesendkirin, balansa siyaseta Tirkiyê jî guherî. Ji nû ve kelecanek hate eniya muxalefetê û namzetiya Îmamoglu. Lê di heman demê de nakokiyên li ser diyarkirina namzetiyê ya maseya şeşalî jî berdewam dikin. Tam di vê proseyê de rojeva herî germ jî çarenûsa dengê Kurdan e ku li Tirkiyê tê nîqaşakirin. Gelo ev nediyarî, dûrsekinîn û bêdengiya eniya muxalefetê ya li dijî êrîşên li ser HDPê û nirxên Kurdan wê bandoreke çawa bike li ser dengên Kurdan?

Çavdêrê Siyasî Yaşar Aydin ji K24ê re diyar kir: “Partiyeke ku dengê Kurdan wernegire, nikare hilbijartina serokomariyê bi hêsanî qezenç bike. Ne tenê Îmamoglu kesekî ku xwendineke siyasî bike jî vê yekê dibîne. Em dibînin ku hevkêşeya Maseya Şeşalî bi nîqaşên namzediyê re têk çû. Hem Selahadîn Demirtaş hem Ahmet Turk û hem jî Mîthat Sancar di vî warî de hesasiyetên dengderên Kurd tînin ziman. Ez bawer dikim mase piştî kêşêyên navxwe çareser bike wê guh bide van bangan û li gorî wê jî dê nexşerêya xwe diyar bike.”

Eniya Kurdan jî tam di vê proseya cidî û guherbar de balê dikişîne ser berjewendiyên Kurdan û naxwazin wek serdemên borî Kurd bêne xapandin û careke din mafên Kurdan li derveyî destûreke nû bê hiştin.

Cîgirê Serokê PSKê Bahattîn Turan ji K24ê re diyar kir: “Îmamoglu bi dengê Kurdan hate hilbijartin. Lê mixabin li Saraçxanê kombûn bangî Kurdekî jî nekirin ne bangî HDPê kirin ne jî yekî din. Ewqas neheqî hat kirin li Kurdan mixabin deng dernexistin. Partiyên şeşalî di derheqê Kurdan de jî tiştekî dernaxin holê nabêjin em ê zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê. Mifteya deshilatê di destê Kurdan de ye. Wek siyasetmaderekî Kurd bi raya min divê Kurd hin tiştan bikin malzemeyê bazarê. Li aliyê Kurdan kî çi dibêje li gorî wê rawestin. Wekî din bila Kurd dengê xwe nedin partiyeke din jî.”

Li aliyekî jî Hevserokê Berê yê HDPê Selahadîn Demirtaş ji bo çareseriya nakokiyên Maseya Şeşalî bang dike da ku dawî li nîqaşên kursiyê namzetiyê bînin û şûna wê li gor berjewendiyên hevpar yên hemû civakên Tirkiyê kom bibin ligel hesasiyetên Kurdan.

Pustên heman beş