PKK’ê nasnameya 5 çekdarên xwe yên ku bi kuştin dayî eşkere kir

PKK’ê nasnameya 5 çekdarên xwe yên ku bi kuştin dayî eşkere kir

Rêxistina PKK’ê îro roja şemî nasnameya 5 ciwanên din yên kurd eşkere kir ku li sala 2016an ketine ber êrîşên dewleta tirk û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyêya HPG’ê daxuyaniyek weşand û têde kuştina 5 gerîlayên xwe yên bi navên Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer ku di sala 2016’an de bi destê artêşa Tirkiyê bi kuştin dane îfşa kir, HPG’ê di vê daxuyaniya xwe de dîsa rûyê xwe yê reş li pişt peyvên edebî yên ciwan û balkêş de veşart.

Roj naçe PKK’e nasnameya hin gerîlayên xwe îfşa neke ku bi destê Tirkiyê bi kuştin dane, a balkêş û ciyê pirsê eve ku piraniya wan çendîn sal berê dayîne kuştin lê niha nasnameya wan eşkere dike.

Gelo çima PKK’e wusa dike?

Çavdêrên siyasî di wê bawerê de ne ku du sedemên sereke hene PKK’e can ji dest dana ciwanên kurd yên di nava refên xwe de vedişêre û piştî derbasbûna çendîn salan ji nû ve eşkere dike, sedema yekemîn eve ku jîyê piraniya van ciwanan di bin 18 saliyê de ne û di jîyeke herî biçûk de PKK’ê yan ew revandine yan jî xapandine û tevlî refên xwe kirine, sedema duyemîn jî eve ku dixwaze şikestinên xwe yên leşkirî veşêre û malbatên van ciwanan qazanc bike, ji ber ku PKK’e ji mirinê sûd werdigire.

Pustên heman beş