Parîs, cangorî û xwepêşandan

paris-kurd-pkk-kck-france
  • Simko Ebdulezîz

Her cîhê Kurd lê bin li wî cîhî Kurd dibin armancn ji boy dewletên dagîrker, lêbelê ne her karekî dijî Kurdan bê encam dayîn, rasterast em dewletên dagîr pê sûçbar bikin , ji ber ku li wê demê emê xizmeta dewletên dagîrker bikin û ji ber du sedeman, ya yekê emê dewletên dagîrker bihêz bidin naskirin û dibe ku ew ne li wê asta hêzê bin, sedema duyemîn emê xwîngermiya wilatparêzên Kurdistanî sar bikin ku bi awayekî nerasterast morala wan wê lawaz bibe.

Li Parîsa paytexta Fransayê karekî terorîstî li dijî navendeke çand û hunera Kurdî pêk hat û di encamê de hejmareke Kurdan jiyana xu wenda kir û bûn cangorî û hinekên din birîndar ketin.

Pir girînge ku çivaka Kurdî û hêzên soyasî yên Kurd bê deng nemînin bi teybet li Parîs û Ewropayê.

Lê pirs eve çawa bê deng nemînin? Ewropa bi giştî û Fransa bi teybetî dewletên demokratin û bawer bi çalakiyên demokrasî û şarstanî hene, piranîya Kurdên li Ewropayê li gorî van prensîpan mafê penaberiyê wergirtine, ji ber ku Kurdan wisa xwe dane naskirin ku ew ji ber pergalên dîktatorî reviyane û dixwazin bi azadî bijîn û wan bawer bi demokrasiyê û mafên mirovan û çalakiyên şarstanî heye, ji ber vê pir girînge Kurd di reftarên xwe de van prensîpan bikin kiryar.

Li vir pêwîste bibîjîn ku ji encama vî karê terorîstî Kurd li Parîsê bûne du cemser, cemsera yekê ku piraniya partiyên Kurdistanî yên her çar perçeyan bi reftarên demokrasî berevaniyê ji Kurdan dikin û bi rîya daxuyanî û gotarên siyasî û meşên aştiyane û ev jî karek pir ciwane û li cem hikûmeta Fransayê bûye cîhê dilxweşiyê û Kurd di çavên wan de mezin bûne.

Cemsera duyemîn bi tenê rêxistina PKKê ye, ku gireseya xwe ya li Parîsê bi b organîzekirina xwepêşandanan erikdar kirî ye, lê tu cure xwepêşandan?

Ger ew karê terorîstî li cem Fransîyan cîhê şermezariyê jî be, lê di heman demê de wan xwepêşandanên PKKê jî şermezar kirin, çima?

Xwepêşandanên şaristanî pênaseya xwe heye li heman demê xwepêşandanên têkder, ev xwepêşandanên rêxistina PKKê bi karekî têkder hatin hesab kirin, ji ber ku dema dikan û otomobîl bên şikandin û polîs werin berbarankirin û cade ji hêla xwepêşanderên PKKê ve bên girtin û alayê PKKê û wêneyên Evdila Ocalan bên hildan ku di Fransayê de ev rêxistin qedexe ye, li wê demê ev xwepêşandan bi karek neşaristanî tên hesab kirin, ev cure xwepêşandan dibin sedem ku doza Kurdî û kesên ku bûne cangorî bibne qurbaniyê van cure xwepêşandanên neşaristanî.

Nedbû Kurd wisa bilez dewletên dagîrker bi encam dayîna vî karî terorîstî sûçbar bikin, ji ber ku li encamên berahiyê xweya bû ku kesê ev kar encam day nejadperiste û berê jî karên wisa li dijî kampên penaberan encam daye.

Wate Kurd dibêjin li cîhê rîha bitraşe simêl jî li ser danan.

Pustên heman beş