Serpêhatiya ku îro emê ji were bas bikin, ne ji gotinên mezinan e û nejî ji wan çîrokan e yên dapîrên me li şevên sar û dirêj yên zivistanê ji me re digotin heyaku em binivin, ev serpêhatî ne perçeyeke ji romanekî ku nivîserekî ji aşopa xwe dirust kiribe, ev serpêhatiya malbatek wilatparêze ku ji aliyê yek ji endamên vê malbatê ku bûye qurbanîyê îdolojiya Evdila Ocelan û partiya wî bi rêya îmaylê ji me re şandiye.
Navê gund, navê malbatê û tev agahiyên din bi gelemperî li cem rûpela Darka Mazî parastîne, ji boy ku endamên vê malbatê ji hovîtiya Partiya Evdila dûr bin û rastî gef û tirsandina zêdetir neyên.
Dema min ev serpêhatî xwandî, bîra min li jiyana gerîlatiyê hat, rasterast bi dehan dîmenên din hatin ber çavên min ku ez bi xwe tê de beşdar bûme, ev dîmenên bûye sedem ku piştî 16 salan min dest ji PKK kişandî, lê hêşta ji ber wan dîmenên dil bi êş û dijî mirovatiyê û Kurdatiyê ez ne dikarim bi şev û ne jî bi roj razêm ger hebên xewê nexom.
Serpêhatiya ku îro emê ji we re vebêjin wê bibe baştirîn senaryo ji boy derhênerek wêrek ku fîlimekê yan kurte fîlimekê li ser hovîtiya Partiya Evdila dirust bike, fîlimekê wusa ku bibe namzed ji boy bi dest anîna piraniya xelatên sînemayê.
Ev serpêhatî bi vî awaye
Em malbateke wilatparêz a hejar bûn û me li gundekî ser bi Raniya jiyan dikir, gundê me li serdema şoreşên Îlon û Golanê mîna restorant û Otelekî bû ji pêşmergeyên Kurdistanê re, tevî hejariyê û zilim û zordariya dewleta Îraqê li ser tev gundên Başûrê Kurdistanê, lê gundiyên me serê xwe netewand û ya di şiyan de bû ji boy pêşmergeyan dikir, xwarin, vexwarin û her pêwîstîyeke din ku dikarîn dabîn bikin bêy du dilî ji pêşmergeyan re dida.
Piştî serhildana pîroz a sala 1991an û rizgarbûna başûrê Kurdistanê, li vê parçeya welat parlaman û hikûmetek kurdî hatin avakirin, debistan hatin avakirin û zaroyên me çûn dibistanê, hikûmetê rêyên asfalt birin gundên me tev xizmetgozariyên sereke ji me re dabîn kirin û me dest bi jîyaneke din kir.
Piştî destveberdana axa Bakurê Kurdistanê û paşve vekşîna gerîlayên PKK’ê bo Başûrê Kurdistanê û nêzîkbûna wan ji gundên me, êdî her tişt têk çû, dîsa dengê top û balefiran bi guhên me aşna bû, gundên me bûn qada şerekî ku ti pêwendî pê re tune bû.
Tevî vê yekê, ji ber ku em li ser rêya Kurdatiyê hatine perwerdekirin, me bi dilxwazî pêşwazî li gerîlayên PKK’ê kir, em wusa difikirin ku ew jî mîna pêşmergeyan in, ji boy Kurdistanê têdikoşin û rêzê li çand û kiltûra kurdî digirin, li mala ku nan lê xwar êdî wê weke malbata xwe tev bigerin, lê her tişt berevajî derket, ev ew war bû lê ne ew Bihar bû.
Me malên xwe kirin ciyê hewandina çekdarên PKK’ê, dayîkên me nan ji devê me di îna der û dikir devê çekdarên PKK’ê de, ji me re digotin ev jî mîna pêşmergeyan şervanên Kurdistanê ne, ji boy Kurdistan azad bibe li vir in, divê em weke zarokên xwe bi wan re tev bigerin.
PKK’eyî bi keç û kurên me re civiyan û danustandin dikir, me fêm nedikir ew çi dikin, em wusa difikirîn PKK’eyî Kurdatiyê dikin, lê rastî tiştekî din bû, wan jehir dikir serê keç û kurên me de, ew bi aydolojiya xwe dixapandin û dikirin dujminên Başûrê Kurdistanê, ji wan re digotin li başûr ti tiştekî wusa tune ku hûn şanaziyê pê bikin, şanaziya herî mezin eve ku di nava refên me de bibin çekdar.
Çîroka me ya tirajîk di meha Gulana 2018an de dest pê kir dema xuşka me ya bi navê Lehlî winda bûy. Em li her derê li pey xuşka xwe geriyan lê me ew nedît, piştî heft mehan me zanî ku ew tevlî PKK’ê bûye. Ez bi dayîka xwe re çûn cem çekdarên PKK’ê, dayîka min pirr tika ji wan kir ku keça xwe bibîne, lê dilê wan ji kevir bû, ne hêsirên dayika min û nejî tikayên wê ti fêde nekir. Wan digot me çi agahî li ser keça we tune, lê me yeqîn dizanî ew le cem PKK’ê ye û nîşanî me nadin, dayîka min bi vê sedemê nexweş ket.
Li havîna sala 2020an bi rêya çend kesan ji şêniyên wê herêmê peyamek bi vî awa ji me re hat: “keça we ji PKK’ê bêzar bûye, ew ji PKK’ê qut bûye û kariye bireve, li sînorê Sîdekan li zozanên Sinînî hewara xwe birîye mala mam Hacî Mehmûdê Bradostî, lê çekdarên PKK’ê zû bi vê yekê zaniye, çekdarên PKK’ê çûne mala Hacî Mehmûd û bi zor xuşka we ji mala Hacî Mehmûd aniye der û ew bi awayekî hovane bi werîs girêdaye, piştre her li wê derê, bi dûratiya çend sed metir bi awayekî herî hovane ew qetil kiriye.”
Piştî ev nûçe me bihîstî, em çendîn car çûn cem çekdarên PKK’ê ku her ti nebe bikarîn cenazeyê xuşka xwe wergirîn, lê wan hertim red dikir karekî bi vî awa encam dabe. Dawî car çekdarên PKK’ê ji me re got pêwîst dike bi yek ji berpirsên wan yên leşkirî bi navê Egîd Rojhilat re bipeyvin, ev bû ku em çûn gundê Êndize û ji wir jî ber bi dola Ballê bi rê ketîn, li wir ev berpirsê PKK’ê me dît.
Dema em bi Egîd Rojhilat re axivî û çîroka xwe ji wî re vegotî, bi awayekî pir bê şerim û bi axaftinên pir kirêt berisva me da, wî dixwest me bitirsîne, ji me re got ev çendîn care ji we re tê gotin cenazeyê xuşka we ne li cem me ye, em ti kesekê bi vî navî nas nakin, herin û carek din venegerin, ji ber ku em nizanin xuşka we li ku derê ye.
Lê em paşgez nebûn û me gav paşde neavêt, ev care me hin ji mezinên malbata xwe û yên gundê xwe şandin cem vî berpirsê PKK’ê heya ku cenazeyê xuşka me radestî me bike, bi rêya van mezina Egîd Rojhilat em agahdar kirin ger hûn bixwazin cenazeyê xuşka xwe bistînin, divê hûn 120 hezar dolar bidin PKK’ê. Em malbatek hejar bûn, PKK’ê jî rewşa me dizanî, wan bi tenê ji ber vê yekê ev ji me re got ji ber ku dizanî em nikarin pere bidin wan, li dawiyê ji me re got herin, her dema ev pere we anî vegerin û cenazeyê xwe wergirin, ger na, ti carek din neyên cem me.
Demekî dirêj derbas bû, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê dola Ballê bombebaran kir, di encama wê bombebarankirinê de Egîd Rojhilat û du gerîlayên din hatin kuştin. Lê vê dawiyê PKK’ê ragihand Egîd Rojhilat li meha 5 ya sala 2021an li çiyayê Metînayê di şerekî dijwar de bi leşkirê Tirkiyê re heya dawî fîşek şer kiriye û piştre şehîd ketiye.
Piştî vê bûyerê PKK’ê ez û birayê min bi vê yekê sûçbar kirin ku me bi rêya GPS ciyê Egîd Rojhilat ji dewleta Tirkiyê re eşkere kiriye, PKK’ê gerîla şandin ser mala me li gund, em bi bext bûn ku wê rojê ez û birayê xwe li Silêmaniyê bûn, em çûbûn seredana xaltîka xwe ku bi nexweşiya Koronayê ketbû û rewşa wê pir xerab bû, bi şev em li mala kurê xaltîka xwe man, em bi rêya yek ji şêniyên gund hatin agahdarkirin ku çekdarên PKK’ê çûne ser mala me û ger em vegerin wê bêy goman me bikujin.
Bi neçarî em li Silêmaniyê man, me bi tundî xwe diparast, çendîn cara PKK’ê daxwaz ji me kir em xwe teslîmî wan bikin, lê ji ber ku me dizanî ev partî û çekdarên wê çi qasî hûv û bêy rehim in û ger em xwe radestî wan bikin wê demildest me bikujin, me xwe radest nekir. PKK’ê mala me ji gund der kir, ez û birayê xwe neçar man bi rêya qaçax penaberî Ewropayê bibin.
Belê ev bû serpêhatiya parêzerekî kurd ku neçar maye ji ber zolma PKK’ê ji Kurdistana Azad bireve û li yek ji welatên Ewropayê weke Garson li restorantê kar bike û ji hembêza dayîk û wilatê xwe dûr bikeve.