Dara Bilek
Li Tirkiye hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye têne çêkirin. Hemû aliyên siyasî bi hewarî xwe ji bo van hilbijartina amade dikin. Ji bo hilbijartina tifaq têne avakirin û her alî li gora xwe di nava xebatekî de ye. Rojana bernameyên televizyonî ji bo encama hilbijartina nirxandina dikin, nûnerên aliyên siyasî propagandeya xwe dikin. Gelek aliyên siyasî pirsa Kurd tenê wek malzemeyekî ji bo destxistina dengê Kurda bi kartînin. Lê ji aliyê Kurdan ve bê dengiyek heye. Gelo Kurd çi dikin û dive çi bikin. Ji aliyek din ve armanca Kurda ketina parlementoya Tirkiye de çiye? Gerek bersivek ji vê pirsê re hebe.
Bawerim ji berî her tiştekî gerek dema Kurd bi nasnameya xwe , wek partiyek Kurd bikevin hilbijartina û behsa armanca xwe ya ketina parlementoya Tirkiye bikin, dê gelek tişt bêne guhertin û ev yek dê bibe xalek gelek girîng ku gotubêj li ser bêne kirin. Heta dikare bibe zemînê avakirina banek netewî ji bo tevgera azadixwaz a kurd li bakurê Kurdistanê.
Heta wek îro di dîroka hilbijartinên parlementoya Tirkiye de gelek Kurd ketine parlementoyê de û bûne wezîr û di cihên bilind de cih girtine. Herî tişta ku karine bêjin hinek ji wan bi tenê gotine “Em Kurdin` lê ji vê pêve wek Kurd û bi navê Kurda tiştek berbiçav nayê dîtin. Hinekan ji wan li herêma Kurdistanê gelek karên baş yên civakî kirine, lê ev yek jî ne di bin nasnameyek Kurdî de hatiye kirin.
Ji bo vê yekê jî dema di parlementoya Tirkiye de kesekî gotiye “Ez Kurdim “jî wek gavek mezin hatiye nirxandin. Lê di encam de di çerçoveya pirsgirêka Kurdan de tu gavek nehatiye avêtin.
Ji bo vê yekê jî îro gerek mirov bikaribe bipirse: Gelo armanca Kurda ketina parlementoya Tirkiye de çiye? Bê guman her partiyek Kurd xwediyê bernameyekî ye û di bernameyên xwe de behsa çareseriya pirsa Kurd dikin. Eger di parlementoyê de di çerçoveya bernameyên xwe de bikaribin pirsa Kurd bînin rojevê ev serkeftineke û karek başe û hingê jî helwesta wan dibe bersiva pirsa “gelo Kurd di parlementoya Tirkiye de çi dixwazin. “
Niha li bakurê Kurdistanê tu Tifaqek Kurdistanî ji bo hilbijartina tuneye. Herweha heta wek vê gavê yên bi dengên Kurda çûyin parlementoyê, nekarina pirsa Kurd bînin rojevê û behsa mafên Kurda yê rewa nekirine. Behtir di çerçoveya kaşo “ demokratik“ de behsa Kurda kirine, çerçoveya “Mafê mirovan“ de behsa hinek bûyerên li Kurdistanê rû didin kirine. Mixabin dema mirov li xebatên parlementoya Tirkiye dinêre nabîne ku, bi navê Kurda tu pêşniyarekî ji bo destxistina mafên rewa yê miletê Kurd hatiye kirin.
Ji bo vê yekê ketina hilbijartina bi navê Kurdan gelekî girînge. Wek tê zanin, HDP li derdora xwe hinek partiyên marjinal kom kirine û kaşo Tifaqa Kurdistanî pêkanine. Lê herkesek di praktî kê de dit ku, ew tenê dema pêwist vî navî bi kartînin û tu gavek ji bo destkeftiyek netewî Kurdistanî nehatiye avêtin.Ji xwe HDP bi xwe jî xwe wek partiyek Kurd nadê nasandin û xwe wek partiyeke Tirye dide nasandin. Ev yek jî dide kifşkirin her aliyek xwe li dora HDPê hiltavêje tenê armanca wan ketina parlementoyê ye û ev yek jî ji bo berjewendiyên kesayetiye.
Niha li bakurê Kurdistanê aliyên siyasî di nava hewldanekî de ne ku ji bo hilbijartina platformek netewî Kurdistanî ava bikin. Îro halê hazir de aliyên Kurd nikarin bi ser navê xwe bikevin hilbijartina parlementoyê. Ev maf li gora yasaya hilbijartinan destve nanine.
Lê tenê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR mafê ketina hilbijartina destve aniye. Yanî HAK-PAR li ser navê partiya xwe wek aliyek Kurd dikare bikeve hilbijartinan de. Ji bo vê yekê gerek HAK-PAR vê yekê li gel aliyên Kurd re parve bike û bikaribin platformek Kurdistanî avabike û bikevin hilbijartina de û di pêvajoya hilbijartinan de propagandeya destxistina mafên rewa yên miletê kurd bikin û hewlbidin Kurdên netewî ku li ser xetek netewî siyasetê dikin li dora xwe kom bikin û bikevin di nava çalakiyekî de. Pêvajoya hilbijartina ji bo wan dibe firsendek dîrokî ku pirsgirêka Kurd di qada siyasî de bidin nasandin.
Di vê pêvajoyê de barek û berpirsiyariyek dikeve li ser milê HAK-PARê û bangekî ji bo aliyên din ên siyasî û Kurdistanî bike da ku palatforkî li ser xeta netewî avabibe. Ji aliyel din pêwiste, PAK, PSK, KDP û Tevgera Demokratika Kurdistanê û hemû aliyên legal ên Kurd, bersivek erênî bidin banga HAK-PARê û hîmên platformek Netewî Kurdistanî ji bo hilbijartina bavêjin. Yanî bi awayek din divê Kurda bê alternatîf nehêlin. Ev yek dê bibe tecrûbeyek gelek baş ji bo tevgera azadixwaz a Kurd li bakurê Kurdistanê. Gerek her Kurdek niştimanperwer di vê derbarê de berpirsiyariya xwe bîne cih.
Tenê ev yek di pêvajoya hilbijartinan de , xeta zîz di navbera berjewendiyên kesayetî û netewî de eşkere dike.