Di 2 ê Çileyê de li Şingalê xebatkarekî PKK’ê bi navê Mehmet Emîn Karatay li navçeya Tilezêr hate kuştin. Çapemeniya PKK ê weke her carê ji bo ku rastiya bûyerê veşêre dîsa PDK tewanbar kir.
Di nûçeya di çapemeniya PKK’ê de hatî weşandin de, li ser navê Rêveberiya Xweser a Şingalê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hevalê me Menal Mêrdîn di 2 ê Çileya 2023 an de li bajarokê Tilezêr yê Şingalê di encama sûîqesteke xayîn a dewleta Tirk û PDK ê de şehîd bû.” Rêveberiya Xweser a Şingalê rêxistineke ku ji aliyê rêveberiya PKK ê ya li Rojava ve tê birêvebirin. PKK li Şingalê bi vî navî xwe kamufilaj dike. Her çiqas navên kesên medenî li ser vîtranê hebin jî lê rasterast ji aliyê kadroyên PKK ê ve tên birêvebirin. Yanî daxuyaniya li ser navê Mehmet Emîn Karatay ê bi kodnavê Menal Mêrdîn hatiye dayîn rasterast ji aliyê PKK’ê ve hatiye nivîsandin.
Daxuyaniya ku der barê qetilkirina Menal Mêrdîn de hat weşandin, bi hestên dijminî ango ji hestê Kurdayetî dûr hatîye nivîsandin. Ji ber ku hêj ti agahî der barê vê bûyerê de neyî PKK ê PDK weke tewanbar destnîşan kir. Çapemeniya PKK û nivîskarên wê yên medyaya civakî ji dewleta Tirk zêdetir PDK weke gumanbar nîşan didin. Ev jî girêdayî wê parçebûna ku PKK dixwaze di nava kurdan de çêbike û stratejî û armanca wê ya xirabkirina Herêma Kurdistanê ye.
Her çend PKK ji ber nefreta xwe ya dijî PDK ê vê yeke bike jî, lê heqareta herî mezin li vir bi rastî bi M. Emîn Karatay ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, hatîye kirin. Ji ber ku daxuyaniya PKK ê ji destpêkê ve pêşî li ronîkirina kuştinê girt.
Tilezêr li ku ye û çi pêkhateyên çekdarî tê de hene?
Bajarokê Tilezêr ê Şingalê herêmek e ku hêzên YBŞ ê yên girêdayî PKK ê û kadroyên wê yên xebatên siyasî têde ne. Li bajêr saziyeke PKK ê ya bi navê Meclîsa Gel a Tilezêrê heye. Herwiha li hemû taxên vî bajarokî malên ku ji aliyê PKK ê ve hatine kirêkirin hene. Li gorî agahîyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtî; yekîneyên jin, ciwan û malîyê yên PKK’ê li bajêr cih digirin. Baregehên herî mezin ên Heşda Şeibî li Tilezêr in. Di nava Tilezêr de hêzên YBŞ’ê , yên Heşda Şebî û dewrîya artêşa Iraqê li Tilezêr bênavber digerin. Her wiha baregehê artêşa Iraqê jî li nêzî Tilezêr heye.
Bajar nêzî Tilaferê ye yê ku tirkmen lê dijîn. Hinek gundên sûnîyan jî li wir hene. Niha hinek ji wan li Şingalê bi PKK ê re tevdigerin. Lê belê ev gundên sûnîya wê demê bi DAIŞ ê re hevkarî kiribûn.
Yanî li wê herêmê aliyê ku hêza wê ya çekdar tune ye tenê PDK ye. PDK’ê yek pêkhate li wê deverê nîne û ti eleqeya wê bi tiştên diqewimin re nîne-nabe. Li gel vê yekê jî gunehbarkirina PDK ê bi merema sîyasî a PKK’ê ve girêdayî ye.
Kê Menal Mêrdîn kir armanc?
Menal Mêrdîn ne kesekî payebilind e ku ji aliyê siyasî ve were armanckirin. M. Emîn Karatay ku ji Mêrdînê ye, bi salan li Îzmîrê di HEP ê û wan partîyan de xebitî ye. Di sala 1996 an de ji ber endamtiya PKK ê hat girtin. Piştî zîndanê tê PKK ê. Zêdetir kare aborî, gumrik û hwd de cih digire rewşa wî ya tenduristî jî ne baş e. Ji ber vê yekê jî ne rêvebereke navdêr e.
Pêgeha Darka Mazî xwest ku li ser bûyerê bigihêjin hin kesên wê herêmê. Xelk dibêje ku PKK hûrgiliyên bûyerê vedişêre. Lê ya ku tê zanîn ew e ku cihê ku Menal Mêrdîn lê hatiye kuştin ne mala wî ye, avahîyeke ku ji aliyê kadroyên PKK ê ve weke mange (cihê rûniştinê) tê bikaranîn. Ango Menal Mêrdîn di malê de bi tena serê xwe najî. Li gel wî 4 kadroyên din ên mêr ên PKK’ê li malê dijîn. Dema Menal Mêrdîn hat gulebarankirin jî hevalên wî li malê bûn.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Menal Mêrdîn 60 salî bû, qebûl nedikir ku di bin pêşengiya kadroyên ji wî biçûktir ên PKK’ê de bijî û pirsgirêkên wî bi kadroyên din ên PKK’ê yên li herêmê re hebûn û bi eşkereyî ev nerazîbûna xwe eşkere dikir.
Çavkanîyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar dike ku beriya mehekê pêwendîyên Menal Mêrdîn bi jineke Êzidî re bibû rojeva gund. Li gorî vê yekê, bi berdewamî hevdîtin û axiftinên telefonê yên Menal bi wê jinê re acizî çêkir û mirovên wê jinê ev kêşe bi fermî ji rayedarên PKK ê yên deverê re got. Çavkaniya me got ku gelê Êzidî ji hevdîtina zilamekî Misilman bi jineke Êzidî re nerehet in û dibe ku bûyer eleqedarî vê yekê be.
Yanî gelek hêzên ku li wê deverê hene, weke PKK, Tirkûmen, Heşdî Şabî û hwd, ji bo cînayeta Menal Mêrdînê pêk bînin ev hêz hemû jî çekdarin. Tenê hêza ku nîne PDK ye. Ji ber ku PKK ê beriya vê bûyerê ronî bike PDK tewanbar kir. Ev helwesta PKK ê diyar dike ku di bûyerê de agahiyên veşartî hene. Ev yek cihê gûmanêye ku PKK bi xwe dest di vê cînayetê de hebe. PKK, li gel gûr nêçîra paz dike li gel şivanî jî digirî.
Her wiha PKK ê nasnameya kadroyê xwe Mehmet Emînî Karatay ê ku 43 sal in bi PKK ê re tevdigere, tenê ji bo ku hebûna xwe ya li Şingalê veşêre û vê mijarê weke malzemeyek propagandayê bi kar bîne, eşkere nekir. Kesekî ji bakur bi pasaport çawa hatîye Şingalê, ne hemwelatiyê Iraqê ye jî, çima li devereke wek Tilezêr xanîyekî wî heye? Ji ber ku ew xebatkarê PKK ê ye ew li wir e. Menal Mêrdîn berpirsê karûbarên aborî bû.
Berê PKK ê bi van derewan gel dixapand, lê niha propagandayên bi vî rengî tenê rûyê PKK ê yê rast derdixe holê. PKK li Şingalê çi dike?