PKK rêûresmên cenazeyê Endama Konseya KCK ê Evîn Goyî dike amûrekî propagandayê

PKK rêûresmên cenazeyê Endama Konseya KCK ê Evîn Goyî dike amûrekî propagandayê

Di 23ê Kanûnê de li paytexta Frensa Parîsê di êrîşa li dijî Kurdan de Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin), Ebdurrahman Kizil û Emîne Kara bi kodnav Evîn Goyî jiyana xwe ji dest dabûn.

Evîn Goyî endama PKK ê ye û di sala 1988an de jî tevlî bûye. Kesek e ku di asta Konseya Rêveber a KCK ê de cîh digire. Piştî bûyerê PKK ê nasnameya Evîn Goyî veşart. Pêşî Darka Mazî nasnameya rastîn a Evîn Goyî eşkere kir.

Lê belê piştî bûyerê hefteyekê PKK ê nasname û erka  Evîna Goyî aşkere kir. Ji bo berjewendiyên xwe bi şermokî got ku Evîn Goyî endama Konseya Rêveber a KCK ê ye. Di daxuyaniyên li ser navê PKK û KCK ê de despêkê Evîn Goyî weke endama konseya KCK ê nehat nasandin. Tenê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe de got ku Evîn Goyî endama Konseya Rêveber a KCK ê ye. Heta hin çavkaniyan gotin ku Evîn Goyî tenê heyamekê endama konseyê bû ye.

Belê, her çendî ne bi fermî li Evîn Goyî xwedî derketinek çêne bi be jî lê ji bo cenazê Evînê bo xwe bikin amûrekî propagandayê virde wirde digêrînin. Evîn ji Bajarokê Hilalê ê ser bi Qilabanê ye. Mafê herî xwezayî yê mirov ew e ku li cihê ku lê ji dayik bûye were axê sipartin. Her wiha yek ji kadroyên damezrîner ên PKK ê Sakîne Cansiz ku di sala 2013 an de li Parîsê hatibû qetilkirin, birin Bakurê Kurdistanê û li Dêrsimê bi xakê sipartin.

Gelo çima, Evîn Goyî dibin Qendîlê. Ji ber ku pêwîstiya PKK ê bi mijareke propagandayê heye ku werzê zivistanê heya Biharê li ser wê sûd werbigire.

Belê, rastî tehl e; Evîn Goyî ji bo propagandaya PKK ê bûye modêla mijarê. Piştî ku PKK ê li Ewropayê bi têra xwe propaganda li ser van cenazeyan kir, vê carê jî cenazeyê Evîn Goyî dibe Qendîlê da ku li Başûr jî bingehekî propagandayê ava bike. Ji ber ku PKK niha li Başûr di rewşeke rawestayî de ye. Gel ji PKK ê sar bûye. Heman tişt li devera Pişderê jî ango Ranya û Qeladizê jî dijîyê. Ev demek e PKK nikare şervanan tevlî bike. Pirsgirêkên PKK ê bi Kampa Mexmûrê re jî hene. Ger gel dengê xwe neke jî ciwan bi bêdengî rêya Ewropa û Tirkiyeyê hildibijêrin û ji kampa Mexmûrê direvin. PKK e ji ber çûna Ciwanan bo Tirkîyê û Ewropa neçar maye û hinek biryarên tûnd li dijî ciwanên Mexmûrê girtine. Ev demekî dirêje ji Mexmûr tu şervan tevlî PKK ê nabin. Armanca PKK ê ew e ku bi merasîma cenaze Evîn Goyî  li Başûr destkeftekê çêbike. Cewekî hestîyar li ser kempa Mexmûr û gelê Başûr ava bikin ku bikarin sala 2023 de xwe ji vê krîza rêxistinî, leşkeri û sîyasî rizgar bike.

Dibe ku dema em van gotinan dibêjin PKK’eyî bertek nîşan bidin û vê weke ku em heqaretê li Evîna Goyî dikin destnîşan bidin. Lê divê herî zêde endamên PKK ê bertek nîşanî vê yekê bidin ku cenazeyê Evîn Goyî welat welat, bajar bi bajar tê gêrandin ev bêrêzîyekî mezine liv an cangurîyan tê kirin. Cenaze ne amûrekî propagadê ye û bêrêzîyekî mezin e. PKK partîyekî mirîhez e.

Mînak Elî Heydar Qeytan endamê damezrîner ê PKK ê bû. Kesê herî zêde wêjeya PKK ê belav kirî Elî Heyder bû lê PKK ê mirina wî jî ne ragihandin. Helbet PKK ya ku endamê xwe yê damezrîner Elî Heyder Qeytan (Fûad) hembêz nake, tenê ji ber ku ji Evîn Goyî hez dike ji Ewropayê cenaze rehmetî naîne Qendîlê. Pêdiviya PKK ê bi cenazeyê Evînê hebû, niha ew ê çîrokên lehengiyê li ser Evîn binivîsin. Lê mixabin hêj mirina Elî Heyder yê ku damezrinêrê PKK ê û heman dem yekem hevalê Evdila Ocelan ne eşkere nekirî ye.

Ji ber ku PKK tevgereke berjewendî pereste. PKK tevgereke ku bi mirinê xwedî dibe. Mirov çiqas bimirin, PKK ewqasî mezin dibe û dikare propagandayê bike. Ew bi mirinê dijî. Lê PKK li her mirîyekî xwedî dernakeve. Dema ku pêwîst be jî kesên jîyana xwe jidest dayî sûd werdigire. PKK xwedî li zindî yan dernakeve. Mînak Evîn Goyî niha ji ber ku pêwîstiya PKK ê pê heye tê hembêzkirin. Lê di nava PKK ê de bi dehan kesên mîna Evîn Goyî hene ku kevin de tevlî bûne, ji ber ku nekarîne bi bandor bixebitin hatine jibîrkirin. Dema ku ew bimirin, ger hewce bike dê PKK wan weke leheng pênase bike. Wekî din navê wan nayê zanîn.

Dîsa em pirsa aqûbeta endamekî din ê damezrîner ê PKK ê Riza Altûn dikin. Çi bi Riza bû? Ma ev çi kar e, hûn ê PKK ê ava bikin, hûn ê 45 salên xwe bû vê rêxistinê terxan bikin û wê aqûbeta we nedîyar be. Wê demê Besê Hozat, Mistafa Qarasû, Cemîl Bayik û çend navên din dê bên ba hev û bipeyivin, gelo em mirina wî eşkere bikin wê sûdmendtir be an jî biveşêrîn. Mirov di nava PKK ê de amûre. Çawa hewce bike welê tê bikar anîn.

Ji ber vê sedemê dema ku em dibêjin Evîn Goyî wekî malzemeya propagandayê tê bikaranîn, ne heqarete ku em li Evîna Goyî dikin. Em di şexsê Evîn Goyî de ji endemên PKK ê re dibêjin li jîyan xwe xwedî derkevin. Xwe ji vê rêxistina mirîhez rizgar bikin.

Pustên heman beş