Banga Omer Ocalan ji PDK ê re û rastiya têkiliyên toksîk ên PKK û Tirkiyeyê

Banga Omer Ocalan ji PDK ê re û rastiya têkiliyên toksîk ên PKK û Tirkiyeyê

Ji bo biraziyê Evdila Ocalan, Parlamenterê HDP ê Omer Ocalan çend bibîranînên dîrokî.

Daxuyaniya Parlamenterê HDP ê yê Rihayê û biraziyê Evdila Ocalan Omer Ocalan, îro di ragihandina PKK ê RojNews ê ya li Silêmaniyê hat weşandin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Omer Ocalan ji PDK ê re dibêje ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re qut bike.

Em nizanin ka Omer Ocalan bi rastî weha gotiye an na. Ji ber ku armanca sereke ya medyaya PKK ê bi taybet RojNews derew û bêbextîkirina li PDK ê ye. Dem bi dem gotinên hin rewşenbîrên başûrê Kurdistanê bi qestî şaş werdigerîne. Lê ya rast ev e ku kevneşopiya siyasî ya ku Omer Ocalan temsîl dike, her tim ji bo PDK ê îtîhamên wiha bêexlaqî û derew dike.

Bi salan e PKK hewl dide têgihiştineke wiha “PDK=Tirkiye” çêbike. Niha hewl dide ku wek PDK=AKP nîşan bide. PKK bi berdewamî di vî warî de dixwaze têgeheke şaş di girseya xwe de ava bike. Loma Omer Ocelan jî bi vê mebestê van gotinan dike. Lê dema em li hevkêşeya siyasî dinêrin, ya ku siyaseta xwe li ser tirkbûnê esas digire PKK ye. Yê ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan a li tevahiya parçeyên Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girê dide PKK ye. Yê ku têkoşînên herêmî asteng dike PKK ye. PKK li ser stratejîya Tirkîyê a herêmî tevdigere. Dixwaze Tirkîyê bi xêra Kurdan bike hêzekî sereke li herêmê de. PKK bi axaftinên xwe yên îdeolojîk û siyaseta xwe ya heyî pişta Tirkiyeyê digire. Lê belê bêşermiyeke wisa PKK ê de heye ku bêyî ku rastiya xwe bibîne, der-dora xwe rûreş dike.

Mînak Omer Ocalan di parlementoya Tirkiyê de parlementer e. Li Meclîsê li ser vî esasî; “yekîtî û yekparçebûna Tirkiyeyê biparêze” sond xwarî ye. Endamê HDP ê ye û her roj daxuyaniyan dide ku wê yêkrêzî ya Tirkiyeyê biparêze. Lê wek ku tu eleqeya wî bi vê meselê re tune, bê ku şerm bike, wek ku ew ji Marsê diaxive, “bangî PDK ê dike dibêje têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re qut bike”.

Helbet tişta ku divê ji bo Omer Ocalan bê bibîranîn, siyaseta mamê wî Evdila Ocalan a di derbarê Kurd û Kurdistanê de ye. Belê, kes ji ber mirovekî xwe nikare bê darizandin. Lê belê ji ber ku Omer Ocalan ne tenê wek biraziyek, wek siyasetmedar û wekîlekî kevneşopiya Evdila Ocalan diparêze, helbet em ê siyaseta Evdila Ocalan bînin bîra birazî yê wî. Têkiliyên Evdila Ocalan ên bi dewleta Tirk re yên Kurd firoş, em dikarin vê jî bibêjin ku Evdila Ocalan hewl dide Kurdan bike garantiya hebûna Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn.

Kurdên Bakur û Kurd li her qada ku PKK lê heye li gorî vê rastiyê hatine dîzaynkirin. PKK rola Hespê Troyayê di nava Kurdan dilîze. Li ku derê PKK lê be, zimanê Tirkî zimanê sereke ye, çanda tirkî a serwer belav dike, tirkbûn weke rol model tê esas girtin, tiştên bi eslê xwe Tirk tên heyrankirin. PKK partîyeke ku hem di warê siyasî û hem jî di warê çandî de nûnerîya Tirkbûnê dike û wê çandê belav dike. Yê Tirkî anî Rojava, heta birî Rojhilat jî rêxistina PKK ê ye.

Lewma eger hêzek hebe ku bikaribe têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike, ew hêz PKK bixwe ye. Ji ber ku têkiliya PDK ê bi dewleta Tirk re têkiliyeke dîplomatîk û siyasî ye. PDK û Herêma Kurdistanê li cihana sîyasî de xwedî nûnerîya Kurdistanê ne. Pêwendîyê Herêma Kurdistanê û PDK bi Tirkîyê re Pêwendîyên cîran tî ye ne weke PKK ê ser esasê Turkbûnî ye. Herêma Kurdistanê hikumetekî Federal û navdewletî ye. PDK li herêma Kurdistanê ya pir stratejik desthilatdar e. Xwedî sîyasetên dewletê ye. Xwedî mafê, ticarî, dîplomasî û sîyasî ye. Xwedî paytexte kî nasyar û îmajekî serwer e. ne wekî PKK ê desthilata di tûnêlên dola Şîvîyê de ye. desthilata wan li ser erd e ne wekî PKK ê bin erd e. Pêwendî bi dewletan ra ye ne weke PKK ê bi saziyên îstixbaratî ra ye. PKK dixwaze PDK ê û pêhateyên Hikumeta Herêma Kurdistanê bikêşe asta xwe ya îllegal.  Ji ber ku Herêma Kurdistanê peywendiyên pir bijarte û alternatîf dişopîne ku Tirkiye jî di nav de ye, garantiya paşeroja Herêma Kurdistanê û hemû gelê Kurd e. Ev têkilî ne bi partîya desthilatdar a Tirkiyeyê re, bi dewleta Tirk re ye. Dema ku pêwîst be dê wek pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê rest ta hemû dewletan bikşe.

Ew pêkhateyên di girêka Ocalan-PKK de fetisîne, divê peywendiya wan bi Tirkiyê re gotûbêjbikin. Têkiliyên PKK ê bi Tirkiyeyê re ne têkiliyên dîplomatîk û siyasî ne, pêwendiyek girêdayîbûn û aîtbûnê ye. Evdila Ocalan weke efserekî tirk dijî bi talîmata Tirkiyeyê ji çep û rast re nameyan dinivîse, Tirk jêre dibêje agirbest îlan bike ew demildest we dike, tevnê pêwendîyên Evdila Ocelan û PKK ê bi Tirkîyê re bingehê pêwendîyên toksin e. Zerarê dide hemû civaka Kurd. Kesên ku Evdila Ocelan ê ku gotiye “Dayika min tirk e, ez xizmetkarê dewleta tirk im” wek serokê xwe qebûl dikin û paşê bê şermî şîretan li partiyên din ên Kurdistanê dikin. Tu berê ew rêbaza ku tu nûnerîya wê dikî bikêşe ser xeta Netewî paşê jî gilî û gazindan bike kak Omer Ocelan.

Pustên heman beş