PKKê, keçeke din li rojava revand

PKKê, keçeke din li rojava revand

Gruba Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê, keçek di nav kampên koçberan a li navçeya Şehba ya sînorê bajarê Helebê de revand û guman tê kirin ku bi zorê wê bikin çekdar û bixin nav rêzên hêzên xwe yên çekdar de.

Li gor agahiyan, ew gruba ser bi PKKê keçeke 15 salî ya bi navê Elî Osman li dibistanê revandine.

Baskên PKKê di revandina zarokên kurdên Rojavayê Kurdistanê û bêbeş kirina wan a li jiyana asayî û xwandinê de berdewame, piştre jî dikin çekdar û li sînorên Sûriyê û Iraqê beşdarî şer dikin.

Di sala borî de PKKê bi sedan zarokên kurdên Êzdî revandin ku piraniya wan jî temenê wan di navbera 12 heta 16 sal bûn. PKK ji rewşa civakî ya hin malbatan sûd werdigre û zarokên wan dixapîne û piştre jî direvîne û nav rêzên xwe de dike çekdar. Ev yek jî li gor baweriya çavdêr û siyasetmedaran, metirsiyekî mezin li ser civakê bi giştî û malbatan ava dike.

Pustên heman beş