Rojhilatê Kurdistanê.. 121 xwepêşanderên Kurd canê xwe ji dest dane

tehran-protests

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihandiye, di dema xwepêşandanên çend mehên borî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, herî kêm 121 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di raporekê de ku roja 11ê Çileya 2023an belav kiriye, dibêje: “Ew 121 welatiyên Kurd li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên cuda yên Îranê bi destê hêzên emnî û leşkerên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.”

Hinek rêxistinên din ên warê mafên mirov dibêjin, hejmara kuştiyên di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir e ji vê hejmarê.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirov roja 10ê Kanûna 2022an belav kiribû ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 147 welatiyên Kurd di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê roja 28ê Kanûna 2022an ragihandibû ku di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de bi giştî 139 xwepêşander hatine kuştin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên nerazîbûnê roja 17ê Îlona 2022an piştî bûyera canjidestdana Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî destpê kirin. Jîna piştî ku ji aliyê Polîsê Exlaq ê Îranê ve li Tehranê hat desteserkirin, di bûyereke pir bi guman de canê xwe ji dest da. Bavê Jîna dîbêje, keça wî ji aliyê polîs ve hatiye kuştin, lê belê polîs û hikûmeta Îranê wê yekê red dikin.

Pustên heman beş