Li Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Li Sûriyê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê serbazekî Tirkiyê hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, roja 13ê Çileya 2023an di êrîşekê de çawişê pispor ê bi navê Selçuk Kurt bi giranî birîndar bûye û piştre bo nexweşxaneyê hatiye rakirin, lê tevî hemû hewildanan, li nexweşxaneyê miriye.

Operasyona Mertala Firatê ya artêşa Tirkiyê, parêzgehên Cerablus, El Bab û Helebê yên bakurê Sûriyê li xwe digre. Operasyona ku di sala 2016an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ve hat destpêkirin, heta navçeya El Bab a di kûrahiya 35 kîlometreyan de li xwe digre.

Pustên heman beş