146 Malbatên terorîstên DAIŞê yên Iraqî ji kampa Holê derketin

Hol-Camp-Iraq-ISIS

Nêzîkî 146 malbatên penaberên Iraqî ku malbatên endamên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn û ji 584 kesan pêk tên ji kampa Holê derketin, hemwext 15 endamên DAIŞê.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, duh roj şemî 14/1/2023ê gera şeşemîn a malbatên Iraqî yên endamên rêxistina terorîst ya DAIŞê ji kampa Holê derketin û bi rîya otobosan bi amadebûna şanda Iraqî ji deriyê sînorî yê El-Welîd ber bi kampa El-Ceda’ ya Mûsilê ve bi rê ketin.

Destinîşan kir, ev malbatên Iraqî bi rîya 16 otobosan derketin, şanda Iraqî jî soz da ku dê di gera bihê de komek nû ji Iraqiyan ji kamapa Holê derxe.

Rewangeha Sûrî berî niha amaje bi wê yekê kirbû ku rêveberiya kampê berdewame li ser kar ji bo derxstina malbatên Iraqî ji Holê bi hemahengiyeke berdewam li gel aliyên Iraqî.

Tê zanîn 698 malbatên Iraqî di sala 2022an de ji kampa Holê hatbûn derxistin û bi vî awayî:

Di meha çileyê de 113 malbat derketin.

Di meha nîsanê de 122 malbat derketin.

Di meha xezîranê de 152 malbat derketin.

Di meha tebaxê de 150 malbat derketin.

Di meha cotmehê de 161 malbat derketin.

Pustên heman beş