Cendirmeyên Tirk Ciwanek li ser sînor kuştin

Cendirmeyên Tirk (2)

Hat ragihandin ku li bajarokê el-Raîî yê bakurê Helebê, dema ciwanekî Sûrî dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye gulebarankirin û di encam de canê xwe ji dest daye.

Li gor Rwangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), li bajarokê el-Raîî yê bakurê Helebê, dema ciwanê Sûrî Ehmed Cafer ê 20 salî dixwest derbasî aliyê Tirkiye bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiye ve hatiye gulebarankirin di encam de canê xwe ji dest daye, piştre bo Nexweşxaneya el-Raîî hatiye veguhestin daku kesûkarên wî terim werbigirin.

Li gor çavkaniyan, ji destpêka sala 2023an ve, li ser sînorê hevbeş ê Sûriye-Tirkiyê 3 welatiyên Sûrî dema hewl dane derbasî aliyê Tirkiye bibin ji aliyê cendirmeyên wî welatî ve hatine kuştin, herwiha 4 welatiyên Sûrî jî birîndar bûne.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê û heta niha 530 welatiyên Sûrî li ser sînorê hevbeş ê Sûriye-Tirkiyê dema xwestine derbasî aliyê Tirkiyê bibin ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku di nav wan de 101 zarok û 67 jin hene, herwiha hezar û 340 welatiyên Sûrî jî birîndar bûne.

Pustên heman beş