PKK li Ewropayê Komîteyeke taybet bi dijatîkirina Herêma Kurdistanê pêktîne

PKK li Ewropayê Komîteyeke taybet bi dijatîkirina Herêma Kurdistanê pêktîne

PKK ji boy dijatîkirina statuya Herêma Kurdistanê û tunekirina wê, xwe ji ti tiştekî bi dûr nagire, ew her tiştî dike, her tiştî dibêje, bi tenê ji boy ku Herêma Kurdistana federal li ber çavê gel û cîhanê reş bike, herî dawî jî li Ewropayê Komîteyeke taybet bi parvekirina propagandayên derewe, dezenformasyon û dijatî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk aniye.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji yek ji endamên vê komîteyê bi dest xistine, PKK’ê ji boy dijatîkirin û rûreşkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê Komîteyeke medyayî bi pêşengiya Sariya Solboz Perî li Ewropayê pêkaniye, karê komîteyê eve ku agahiyên nerast û derewan weke agahiyên rast li dijî Herêma Kurdistanî çêbikin û piştre jî weke pirtûk parve bikin.

Çavkaniyê pêgeha Darka Mazî eşkere kir, di vê derbarê de heya niha vê “Komîteya Derewan” 3 pirtûk ji boy çapkirinê amade kirine ku yek ji wan bi navê “Zîndana hovîtiya PDK Akrê” parve kiriye.

Çavkaniyê Darka Mazî her wiha navên endamên vê komîteya PKK’ê jî eşkere kirin ku bi vî awane:

Sara Solboz Perî/ Serperişta Komîteyê, Doxan Serhed, Ezet Dura, Sefqan Dersîm, Rûbar Teyî û Melîsa.

Pustên heman beş