PKKê nasnameya çekdarên li cotmeha 2022 hatine kuştin, eşkere kir

pkk-turkey-amanos-hatay-garila-kck-hpg-kurd-2

Rêxistina PKKê nasnameya du çekdarên din eşkere kir ku li cotmeha sala rabûrî 2022ê li Amanosê dane kuştin û paş derbasbûna 3 meha ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja înî 13/1/2023 nasnameya du çekdarên xwe eşkere kir ku li 3 cotmeha sala rabûrî li çiyayên Amanosê yên girêdayî parêzgeha Xetayê ketine ber êrîşa artêşa Tirkiyê û paş derbasbûna 3 mehan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku li Başûr û Bakurê Kurdistanê di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê.

Tê pêşbînî kirin, bi hezara ciwanên Kurd mabin ku PKKê ew li salên berê dane kuştin, lêbelê hêjan mirina wan îlan nekirî ye.

Pustên heman beş