PKKê bi qasî dagîrkeran keçên Kurdan kuştine

pkk-zarok-kurd-kurdi-kurdistan-kck-hpg-npg-turkey-2023 (2)

Rêxistina PKKê dîsa nûçeyên mirinê parvekirin û nasnameya 3 keçên Kurd yêk jê zarok aşkere kir ku du sal û 4 mehan berê hatine kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 17/1/2023 nasnameya 3 keçên Kurd aşkere kir ku li îlona sala 2012an li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna du sal û 4 mehan ji nû ve mirina wan îlan kir.

Navên van keçan wisaye:

Dîlek ozer ji Mûşê.

Gulluşah Polat ji Sêrtê.

Rêzan Yildirim ji Wanê.

HPGê berê van keçan jî weke bi hezaran keçên din daye mirinê û paş derbasbûna du sal û 4 mehan li ser jiyan ji destdana wan, ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe wenda kirin.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş