Rojavayê Kurdistanê û siyaseta durû

Rojavayê Kurdistanê û siyaseta durû

Rewşa rojavayê Kurdistanê gelek vekirî û eşkereye. Lê ev rewş çewa tê dîtin û çewa tê nirxandin gelekî girînge û cureyê dîtina rewşa heyî li rojavayê Kurdistanê ji kêmbûna ehlaqê siyasîye. Ev yek ji bo her kesî rastiya heyî nebine û behs neke derbas dibe.

Gelek cara mirov hinek çewtiyên ku rû dide siyasetê ve girêdide. Gelek cara bûyerek xirab rûdide yan jî li himber bûyera helwestek ne rast tê dayîn, parastina wê bi hesanî ketiye û tê gotin; “siyaset” e.

Raste dema mirov çavê xwe li hemû rastiya heyî bibîne û tenê li gora îdeolojiya tenk ku, di sere mirov de heyî gotina li himber helwesta çewt bi “ev siyasete “ tê derbaskirin. Yan jî dema mirov bi tenê berjewendiyên xwe yê kesayetî bingeh bigre çavê xwe ji hemû pîsatiyê re digre bi vê yeke bi gotina “siyaset“ e derbas dike.

Piraniya cara behsa helwesta dewleta Tirk li Efrînê û deverên li rojhilata Kurdistanê tê kirin. Dewleta Tirk dagirker e û beşek ji rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Herweha li gora vê jî li van deveran tevdigere û bi rasterast û rêya milîsên xwe yên çekdar zordariyê li Kurda dike û hewl dide demografiya deverên Kurd lê niştecîne biguherê. Kurtahî dagirkere.

Lê gelo PKK çiye û çi dike. PKK ji berî her tiştekî navê Kurdistanê dagir kiriye û vî navî li rojavayê Kurdistanê bi kar nayne û heta qedexeye. Dezgehekî PKKê li rojavayê Kurdistanê bi navê Kurdistanê tineye. Ji aliyek din tedariya PKKê li rojavayê Kurdistanê dike ne ji ya dewleta Tirk hindiktire. PKK tu mafê jiyanê ji bo dijberê xwe nahêle.

Lê gelo ji bo çi piraniya Kurda , siyasetmedara, rewşenbîra û wek din, bi hemû awayî behsa hovîtiya Tirkiye li rojavayê Kurdistanê dikin, lê li himber hovitiya PKKê bê dengin. Herdemî di medya xwe de tenê wesfê desthilatdariya PKKê li rojavayê Kurdistanê didin.

Heta rastiya heyî neyê dîtin tu çareseri jî peyda nabe.

Niha li Rojava Kurdistanê xelk di deste rêveberiya PKKê de neçar maye û dibêjin xwezî rêveberiya rejima berê. Yanî rêveberiya rejima Esad ji ya PKKê baştir dibinin.

PKK wek hemû Kurdistanê li rojava jî birînek kûr e di laşê Kurd an û Kurdistanê de. Gerek ev rastî bê dîtin û ji dev siyaseta durû û bê ehlaqî bête berdan. Dê demekî emê bere xwe bidin rojavayê Kurdistanê lê ne Kurda dibinin û ne jî dikarin hêdî behsa cureyekî Kurdistanê bikin. Dê PKK hemûyê têkbibe. Ji ber ku îro piranî naxwazin vê yekê bibînin û çavên xwe li rastiya rojavayê Kurdistanê digirin.

Bila hinek rabin behsa cewaziya dewleta Tirk û PKKê bikin. Gelo ne bi heman metodê hewldidin Kurda û doza Kurdistanê têkbibin? Gelo ne ji heman armancê re xizmetê dikin?

ROJEVAKURD

Pustên heman beş