PKKê ev du keçên Kurd jî di tonelên mirinê de fetisandin

pkk-zarok-xort-qiz-kck-hpg-kurd-cudi-zagros-kurdistan-turkey (2)

Navê PKKê ji boy zarok, xort û qîzikên Kurdan dihête wateya mirinê, ji ber ku çarnûsa wan bi vê rêxistina Kurdkuj ve yeke, ew çarnûs jî kuştina muhetem e.

Weke her roj, PKKê îro jî navê 6 xort û qîzkên Kurd aşkere kir ku piranî jî di tonelên mirinê de ji hêla dewleta tirk ve hatine fetisandin, du ji wan ji eşîra Goyî yane bi navên “Ayşe û Cîhan”.

Ayîşe ku xuşka herî biçûk bû û weke di wêney de di xoye hêjan di temena zaroktîya xwe de ye, ew li kanûna sala rabûrî 2022an li çiyayê Cûdî ketye ber êrîşa dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest daye, PKKe dibêje ew li 2012an tevlî bûye, wate hêjan zarok bû wexta hatîye revandin.

Her wiha xuşka wê ya herî mezin Cîhan jî li 8 gulana 2021an li gel hevrêyên xwe, Dyana, Jîn, Rûbar û Sarya di yêk ji tonelên mirinê de li çiyayê Zagrosê jiyana xwe ji dest dan.

PKKe ew rêxistine ya ku bûye kabos û dojeh ji boy zarokên Kurdan û penceşêr ji bo tevaya Kurdistanê, vê rêxistinê sûnd xwarî ye dev ji kuştina zarokên Kurdan bernede û wan di berxwedana xwe ya saxte de feda bike.

Pustên heman beş