Hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiya Şêx Meqsûd gihîşt 19 kesan

Hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiya Şêx Meqsûd gihîşt 19 kesan

Hejmara qurbaniyên bûyera hilweşîna avahiya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê zêde bûn, heta niha 19 term hatin derxistin û hîn hewlên ji bo derxistina kesên di bin avahiyê de mane, berdewam in.

Duhî berbangê avahiyeke 5 qatî li taxa Şêx Meqsûd bi ser serê malbatên wê de hilweşiya û li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, heta niha 19 term ji bin avahiyê hatine derxistin, di nava wan jin û zarok hene. Her wiha 2 kes jî bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan, dibe ku hîn 12 kesên din bin avahiya hilweşyayî de mabin. Hewlên ji bo rizgarkirina wan ji aliyê tîmên taybet û welatiyên xwebexş ve jî berdewam in.

Heta niha nayê zanîn ev avahi ji ber çi sedemê hilweşiye, lê li gorî jêderên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ev avahî di sala 2011an de piştî vekişîna hêzên rêjîmê ji taxê hatiye avakirin, di avakirina wê de jî pîvan û rênimayên taybet bi avahîsaziyê nehatine cibicîkirin, bi demê re jî piraniya xetên kanalîzasyon û avê di avahiyê de şikestine û bûne sedem ku derz û qelş tê de çêbibin.

Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, hin avahiyên din jî li taxa Şêx Meqsûd hene ku ji ber wan sedemên navborî, metirsiya hilweşîn û herfînê li ser wan hene, tevî ku gelek kesan gilî wê derbarê de pêşkêşî şaredariyê kirine, lê xemsarî ji aliyê şaredariya taxê ve heye.

Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn ku nêzîkî 200 hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn, ji destpêka krîza Sûriyê ve di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

Pustên heman beş