Li sînorê Xurmatû 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li sînorê Xurmatû 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandarekî Pêşmerge aşkera dike ku di encama bombebarana balefirên şer ên Iraqê ya li sînorê qeza Xurmatû de 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandarê lîwaya 731 a Pêşmerge Emîd Cemal Waranî ku binkeyê wan li navçeya Dawude ye, ji çapemeniya Iraqê re ragehand, hêzên Iraqê li navçeya Tawêrke ya li bakurê rojhilatê Xurmatû operasyonek li dijî DAIŞê birêve birin û balefirên şer ên Iraqê binkeyên DAIŞê yên li navçeyê bombebaran kirine û di encamê de 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî jî ragehand: ‘’Rojên şemî û yekşem a borî hêzên Iraqê operasyon li dijî DAIŞê li derdora gundên bakurê rojhilatê Xurmatû pêkanîn û balefirên şer ên Iraqê binkeyên DAIŞê bombebaran kirin.’’

Herwaha got: ‘’Lê operasyona hatiye kirin ji aliyê hêzên leşkeri ve hatiye kirin, ji ber wê jî zêde agahiya me derbarê vê çalakiya leşkeri de tine.’’

Gundên Tawêrkewe, Şoraw û Pelkane kul i sînorê navçeya Dawude ne û dikevin cîhên valatiya ewlehiyê û DAIŞê kariye xwe di wan deveran de teqûz bike û dem bi dem li wan gundane diçin navçeyên din û kiryarên terorîstî dikin ku herî dawiyê jî 2 şivanên kurd nêzîk gundê Pelkane revandin.

Piştî wan bûyeran hêzên Iraqê di wan du rojên borî de li dijî DAIŞê li navçeyê dest bi operasyonê kirin û balefirên şer ên Iraqê jî çend carekî binkeyên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Pustên heman beş