Li Kurdistanê di van deh rojên dawî de du bûyerên serincrakêş qewimîn.
Ya yeke; Di 17 Çile de Encûmena Asayîşa Kurdistanê girtina tîmeke PKK ê ragihand. Ev tîm da li kampên Êzidiyan hin teqînan pêkbîne. Kesên hatin girtin hurgulîyên plansaziya PKK ê ragihandin.
Bûyera duyemîn jî roja piştî wê qewimî. Di 18 ê Çile de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 5 kesên ji Herêma Kurdistanê ku piraniya wan temenê wan ji 60 salî mezintir bûn, hatibûn qetilkirin. Bûyer bû sedema înfialê li Herêma Kurdistanê.
Her du bûyer divê pir baş bên nirxandin
Bi têkildarî bûyera Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin. Her çend kesên kiryar encam dayî dibêjin ku wan bûyer bi armanca “dizîyê” kiriye, lê dîsa jî hin pirsên ku mejîyê mirovî tevdiden hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji dema despêkê ve bi berpirsyarî yeke mezin bi mijarê re mijûl bûye. Dewleta Tirk neçar ma ku bi lez kujeran peyda bike.
Mijara me ne ew e ku em vê bûyerê şîrovebikin. Berevajî vê yekê, dema ku agahiyek berbiçav tune be, bi hin gotinên xelet li ser bûyerê dê ji sûdê zêdetir xerabiyê bi xwere bîne. Mînak weke ku PKK e dike.
Bêguman helwesta PKK ê jî heye. Piştî bûyerê 5 roj şûnda HPG ê ku beşê leşkerî yê PKK ê ye, weke ku ji nişka ve bi bûyerê hesîye daxuyaniyek belavkir. HPG got dibe ku bûyerekî kontratî be. Di heman demê de çapemeniya PKK ê hewl da ku bûyerê bavêje ser rêveberiya Herêma Kurdistanê. PKK ê dest bi fikirînê kir ka wê çawa ji kesên mirine sûdê werbigire, anî bîra xwe ku ew 5 kesên jiyana xwe ji dest dane ji eşîra Rêkanî ne û belkî ez çend kesên Rekanî qezenc bikim, ket nava sînaryo çêkirinê de. Dibêje, dibe ku ev bûyer “êrîşek plankirî be”. Dibe, bûyera Mêrdînê kontra kiribe.
Em bînin bîra ku li Kurdistanê du pêkhateyên kontra hene.
Wateya kontra çi ye?
Kontra rêxistineke dewleta kûr e ku li derveyî qanûnê hatiye organîzekirin. Ev pêkhate ne tenê hiqûqa şer binpê dikin, bi demê re bi awayekî giştî bêqanûnî dijîn. Karê narkotîkê, qaçaxçîtî, kuştin, şantaj, sabotaj û hwd dike. Her wiha dem bi dem êrîşî gelê xwe jî dikin û ew rêbazên mîna bêbextî û komployê bikar tînin. Cîhanê ew bi giranî di salên 1960 an de dema ku çepê dinyayê ber bi bilindbûnê ve bû ev şêwaz bi kar di anî. Dewleta Tirk ji salên 1970 yî û vir ve li dijî Kurdan vî şêwazî bikar tîne. Ango pêkhateya li Tirkiyeyê jê re dibêjin kontra-gerîlla pêkhateya “kontra-kurd” e. li dijî kurdan hatîye avakirin û bikaranîn.
Li Kurdistanê du pêkhateyên kontra hene
Wek me li jor jî gotibû, li Kurdistanê du pêkhateyên kontra hene. Yekem pêkhateyên kontra ya ku dewleta Tirk rasterast di nava sîstema xwe de birêxistin kirî ye.
Ya duyemîn jî bi navê PKK ê xebatên kontrakurd ku tên kirin.
Ya xemgîn ew e ku ev rûyê kontrakurd yê PKK ê hêj baş nahê dîtin û nehatîye deşîfrekirin.
Madem ku PKK dibêje bûyera Mêrdînê “Dibe ku hêzên kontra kiribe”, em jî dipirsin “Kîjan hêzê kontra kirî ye”?
Em vegerin ser nivîsa xwe, di van deh rojên dawî de li Kurdistanê du bûyer qewimîn. Ya duyemîn divê bê lêkolînkirin ka bûyera Mêrdînê kontra kirî ye an na. Lê belê yekîneya PKK ê ku di 17 ê Çileyê de hatibû girtin gava ku dixwest di nava kampên Êzidiyan de teqîna bike, beşek ji vê pêkhateya kontrakurd e. Divê ev rewş bi zelalî were dîtin û were eşkerekirin.
Komkujiya Mêrdînê pêşî li rojeva komkujiya ku PKK ê dixwest li kampên Êzidiyan pêk bîne, girt û bi awayekî xwezayî her kes bi bûyera Mêrdînê re eleqedar bû. Lê belê PKK ê dixwest kiryarên pirr metirsîdartir encam bide.
PKK ê bi rêya yekîneyeke taybet plan kiribû ku kampên Êzidiyan biteqîne û hinek kesayetên bikuje.
Di rastiyê de PKK ev demeke dirêj e li hemberî Kurdên Êzidî siyaseteke du alî dimeşîne. Pêşî weke dost nêzîk dibe, mînak televîzyona Çira TV vekirin û çend klîb weşandin û hwd, alîkariyên ku ji aliyê rêxistinên mirovî li Ewropayê tên belav dike. Lê wan lê nihêrî ku dîsa jî êzîdî ji PKK ê hez nakin. Vê carê dest bi bikaranîna dijwarî kir. Beriya her tiştî gef li kesên ku li Şingalê hevkariya wan nekirine kirin, bi ser malên wan de girtin, pêşmergeyên êzîdî binçavkirin, li nuqteyên hatinûçûnê bêzarkirina xelkê… piştî dît ku li Şingalê bi vî şêwazî nekarî encameke bi dest xwe bîne, vê carê pêngavekî nû avêt û pêkhateya kontrakurd tevgerîya.
PKK rûyê xwe yê kontrakurd di kampên Êzidiyan da yekem car li Qadîya da nîşandan. Êrîşa PKK ya ku 31 Tebaxa 2021 rû day. Li vê kampê PKK ê bombeyek bi çadira efserekî pêşmerge ê êzidî ve teqandin. Di vê êrîşa kontra de 2 xwişkên bi navê Herman Sado 1 mehî û Niştiman 9 salî jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha çend mayîn li pêşiya wesayîtên fermandarên pêşmergeyên êzidî hatin danîn. Lê ev hemû mayîn, hatine bêbandorkirin.
PKK hewl dide ku Êzidiyan berde hevdu
Civaka Êzidî ya ku di travmayên mezin ên civakî de derbas dibe, ji aliyê PKK ê ve li dijî hev tên derxistin. Ji ber ku PKK di van xebatên xwe yên kontratî de, ciwanên Êzidiyan bikar tîne. Yên li kampa Qadiye de mayîn cihkirî, du ciwanên Êzidî bûn. Herî dawî 2 kesên di 18 ê Çile de hatin girtin dîsa du ciwanên Êzidî bûn. Cihê ku herkes dixwaze Êzidiyan bikuje, PKK jî dixwaze Êzidiyan bi deste hev bide kuştin û dijminahîya navxwe ava bike. Divê em vê nasnameya PKK ê ya Kurdkuj derxîn holê. Ya ku em jê re dibêjin PKK ya kontrakurd ev e.
PKK wê li wargehan Êzidîyan teqîna bike, agir berde çadiran, gel bitirsîne û ew gelê şikestin û travmayek mezin dîtiye wê hê bêtir bêbawer û belav bibe. Ger ji ber van rûdanan yek du malbat vegerin Şingalê, wê ragihandina PKK ê weke serkeftinekî mezin propagande bike. Li wargeha Mexmûrê ji bo gel li dijî PDK ê helwest bigire ew bixwe hinek kompolyan dike û bi rêka civîna dibêje “PDK ê êrîşî we kir” ji kampê dernekevin. Niha jî hewl dide heman polîtîkaya kontrawarî li Şingalê bimeşîne.
PKK li Şingalê erka xwe ya taşeronî bi cih neanî
PKK di nava pêkhateyên weke Heşdî Şeibî ya Îran û Iraqê de weke taşeron hatîye erkdarkirin. Armanca yekem Yek ew e ku nehêlin Şingal bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan. Êzîdî berê xwe bidin Iraqê. Her çiqasî PKK ji sala 2014 hewl dide ku vê armanca xwe pêkbîne jî lê heya niha di vê armanca xwe de serneketiye.
Iraq ber bi pêvajoyeke nû ve diçe. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lêgerîn û nîqaşên pozîtîf hene. Rêkeftina Şingalê jî parçeyek ji van nîqaşan e. PKK ji bo ku van nîqaşan ji hev belav bike û pêvajoyê di berjewendiya Şîeyan veguhêze li Şingalê de hebûna xwe ya dijber zêdetir berz dike. PKK ji bo ku Şingal ji Kurdistanê biqetîne dê zêdetir komployan bike, bêtir propagandayên derew bike û bêtir teqînan pêk bîne. Di vî warî de divê civaka Kurd gelê me yê Êzidî û serpêhatiyên wan ji nêz ve bişopîne û binirxîne. Ji niha û pê ve berpirsyarê her bûyereke nebaş di nava Êzidiyan rû bide PKK ye. Divê bê lêkolînkirin di bûyerên wek şewata kampên penaberan de tilîya PKK ê heye yan ne.
Belê, ji niha û pê de PKK wê hewl bide li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî di nava Êzidiyan de weke kontrakurd tevbigere. Bi taybetî jî piştî ku ev tîma PKK ê hatî girtin û planên wan eşkere bûyî dê ew hemû rêkên neyarî û dijminî bikar bine. Ew dikare bêtir komplo û dezenformasyonan belav bike. Rêya pêşîgirtina li van hemû plansazîyên xeternak ew e ku em rastîya PKK ê ya Kontrakurd eşkere bikin.