Helwesta HDPê ne diyar e!

Helwesta HDPê ne diyar e!

Heyeteka HDPê li girtîgehê de serdana hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demirtaş kir û jê re pêşniyar kirin ku, bibe berbijêrê HDPê yê serokkomariya Tirkiye.

Li gor daxuyaniya HDPê, Selahattîn Demîrtaş spasiya şandê kiriye û diyar kiriye ku rewşa wî ya hiqûqî ji bo berbijêriya serokkomariyê destnade.

Demîrtaş eşkere kiriye, ew ê piştgiriyê bide namzetê ku Tifaqa Ked û Azadiyê wek namzetê hevpar ji bo serokomariyê diyar bike.

HDP heta wek vê gavê dide xûyakirin ku, ewê berbijêrê partiya xwe ji bo serokkomariyê destnîşan bike. Heta HDPê da xûyakirin ku, eve demeke ew di nava xwe de ji bo destnîşankirina berbijêrê serokkomariyê rapirsînê çêdikin û herî dawî li ser du nava sekinîne. Li gora HDPê yek ji wan Demirtaş e û Demirtaş ji bo rewşa wî dest nade qebûl nekiriye. Başe berbijêrê dî kiye? Gerek HDP vê yekê eşkere bike.

Lê HDP dileyze û bi hemû awayî hewldide ku, li gel CHPê bi awayek eşkere bikeve di nava hevkariyekî de. Ji ber ku HDP naxwazê wek hilbijartinên şeredariya bi veşartî pişgiriya CHPê bike. Tê zanîn ku awayê tifaqa nehînî di navbera HDPê û CHPê de bibû sedema gelek gotubêjan û herdu aliyan hev tawanbar dikiran û di vê derbarê de helwesta HDPê gelek hatibû rexnekirin.

Xalek gelek vekirî heye ku, eger HDP berbijêrê xwe yan jî berbijêrek hevbeş li gel Tifaqa ku serkêşiya wê dike ya Ked û Azadiyê destnîşan bike, ev vekirî tê wateya arikariya Erdogan. Na eger tu berbijêra destnîşan neke û pişgiriya Kiliçdaroglu bike, yan jî bêje em hilbijartina serokkomariyê boykot dikin, ev yek jî tê wateya ku HDPê li gel CHPê wek hilbijartina şeredariyan li hevhatinek nehînî kiriye.

Ji aliyek din pirsa herî girîng ewe ku, biryara HDPê ji kû derdikeve. Gelo Qendîl biryarê dide yan desthilata HDPê xwedîyê biryarêye di vê derbarê de?

Kesayetên wek Ahmet Turk vekirî dibêjin emê pişgiriya serokê CHPê Kiliçdaroglu bikin. Meyla Qendîl jî li ser Kiliçdaroglu ye. Lê gava dawî çi dibe hinekî goman li ser heye.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş