Çekdarên ser bi PYDê ve endamekî PDK-S revand

Çekdarên ser bi PYDê ve endamekî PDK-S revand (1)

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ragihandin ku endamekî PDK-Sê berî çend rojan ji aliyê “çekdarên ser bi PYDê ve” hatiye girtin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihandiye, roja Şemiyê 28ê vê mehê, “çekdarên PYD” çalakvan Elî Necim Xencer û endamê PDK-Sê girtine.

Li gorî daxuyaniya ENKS, ew endamê PDK-S li gundê Banê Şikeftê li herêma Dêrikê hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

ENKS dibêje ku ew van kiryarên li dijî nirxên mirovî û mafên mirov şermezar dike û bang li hemû aliyên pêwendîdar, hêz û rêxistinan dike ku van kiryaran şermezar bikin. ENKS herwiha bang li wan aliyan dike ku daxwazê ji PYD bikin ku dev ji van kiryaran berde û girtiyan azad bike.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) jî derbarê girtina wî endamê xwe de daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye, “Roja Şemiyê 28. 01. 2023, derdora demjimêr 4ê piştî Esrê, istixbaratên PYDê, Elî Necim Xencer endamê encûmena şax ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li ser rêya herdu gundên Banê Şikeftê û Girkê Hêwil yên bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve revandin”.

Di wê daxuyaniyê de ku duh Duşemê 30ê Çileya 2023an hatiye weşandin, amaje bi girtina çend endamên din ên PDK-Sê hatiye kirin û hatiye gotin, çekdarên PYDê beriya 34 rojan Hisên Silêman endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, û beriya 35 rojan Bilind Mela Ismaîl endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê, û Ednan Ismaîl Remo endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê beriya 48 rojan desteser kirine û heta îro çarenivîsa wan ne diyar e.

Pustên heman beş