Akar: Emê bersiva pêwîst bo êrîşa ser Zêlkanê bidin

Akar: Emê bersiva pêwîst bo êrîşa ser Zêlkanê bidin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, ew dê operasyonên xwe yên li dijî PKKê yên li “bakurê Sûriyê” û “bakurê Iraqê” berdewam bikin.

Hulusî Akar li Parlamentoya Tirkiyê ji rojnamevanan re got, leşkerên wî welatî li “bakurê Sûriyê” û “bakurê Iraqê” ne û operasyon û çalakiyên wan ên leşkerî li wan herêman bê navber didom in.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê têkildarî êrîşa îro ya bo ser binkeya leşkerî ya wî welatî ya li Zêlkanê jî got: “Em jî bersiva pêwîst didin” û destnîşan kir ku tedbîr hatine wergirtin.

Vê sibê di demjimêr 07:45 xulekan de, heşt mûşek arasteyî serbazgeha Zêlkan a li nahiya Başîkê ya ser parêzgeha Neynewayê hatin kirin, ku hêzên artêşa Tirkiyê tê de ne.

Pustên heman beş