Endamê Komîteya Rêvebera PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî ‘bernameya taybet’ a Stêrk TV bû û li ser pêşhatên herî dawî nirxandin kir, di axaftina xwe ya ji boy Stêrk TV Karayilan bi awayekî nerasterast îtîraf bi şikestina PKK’ê li himber leşkirê Tirkiyê û radestkirina axa Başûrê Kurdistanê bi vê dewleta dagirker dike.
Karayilan: “em dinêrin ku rewş baş nehatiye fêhimkirin. Mirov ku bibêje dijmin reviya, ji Zapê çû û derket ne raste”
Karayilan di berisva yekemîn pirsa nûçegihanê Stêrk TV de, “li Zapê şerekî giran heye. Li gelek deveran dijmin çekên kîmyewî hîn jî bi kar tîne. Li hinek cihan paşve vekişyan. Rewşa nihaya li Zapê çiye?” de berisvek pir balkêş da, Karayilan bi vê berisva xwe bi awayekî nerasterast eşkere kir ku berevajî wê yekê ya ku di medyaya PKK’ê de tê baskirin, leşkirê tirkiyê paşde venekişyaye û li himber gerîla rastî şikestinê nehatiye, belku paşde vekşîna wan taktîke. Karaylan bi vî awa bersiv da, “em dinêrin ku rewş baş nehatiye fêhimkirin. Mirov ku bibêje dijmin reviya, ji Zapê çû û derket jî ne raste. Lê mirov bibêje wisa her der girtiye û hakîm bûye ew jî ne raste.”
Gelo Karayilan basî kîjan berxwedanê dike?
Karayilan got, “weke tê zanîn destpêkê li Heftanînê, şer 3 sal berê destpêkir, salekê ajot. Yanî sala 2020’î. Û sala 2021 û 2022 jî dewleta Tirkiyeyê dixwaze herêmeke berifreh avaşîn, zap, herdu aliyên Zapê û beşek Metîna dagir bike. Em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê em axa Başûrê Kurdistanê diparêzin.” gelo bi rastî jî Karayilan basî kîjan berxwedan dike? Çewa axa Başûrê Kurdistanê diparêze? Qey berxwedan û parastin bi vî awayî tê kirin? Ger Karayilanê derewker rast dibêje û li ber xwe daye û axa başûr parastiye, çima niha leşkerên tirk li serê çîyayê Kurejarîye? Çima artêşa tirk li çîyayê Reşe? Çima artêşa tirk li çîya Zerkîye? Çima artêşa tirk ji Çelê heya nava gundên Nêrweyî û Rêkanî û Nihêliyan rêkên qîrkirî çêkirî ne? Çima artêşa tirk pira Balokan çêdike? Eger Qereyilan li himber artêşa tirk li ber xwe daye, çima nikare biçe Xinêre, Xaxurekê, Avaşîn, Heftenîn, Zapê û deverên “Parastina Medya”?
Sîfatekî kesên derewker heye ku dema derewekî dikin, hinekî ji xwe şerim dikin, nikarin rasterast li çavên mirov binêrin û biaxivin, ew pir xav dibin, lê ji bextê reşê kurdan, her çi qas Karayilan û rayedarên din yên PKK’ê derewan dikin û gelê kurd pêtir dixapînin, pêtir xwe tund dikin, serê xwe pêtir blind dikin û li çavên her kesî dinêrin û dîsan dereweke din a pirr mezintir dikin.
Karayilan dîsa dibêje, “sala 2022’an dijmin Tirkiye xwest li aliyê Zapê bi temamî dagir bike. Ji bo vê hat. Lê belê li rojavayê Zapê dijmin yek sengerekî gerîla jî negirt. Nekarî mewzyeke bi tenê jî bigire. Nekarî tuneleke bi tenê jî bigire.” ey hawar, ev çi derewin kak Karayilan? Gelo Çiya Zerkî, Çiya Reşkî, serê Pirasiya, Girê FM, Sêrî ku hûn jê re dibêjin “Tepê Cûdî” dikevin kû dera Zapê? Ev cî niha di destê kê de ne? Çima tu qala wan nakî? Gelo dewleta tirk çewa dikare ji Serê Zêrî li Deştanê rêyê bibe Serê Metînî “Perasiyan”, Helwe, Dêrikê, Avsarkê û jêhel ber bi serê Metîna? Ma ev ne rojava Zapê ye, ger hûn li wirin û weke hûn qal dikin şerek giran li wir heye, çewa dewleta tirk bi yek hefare û bilozer dikare wusa bi hêsanî rêyan ji leşkerên xwe re çêbike?
PKK şikestina xwe bi tama serkeftinê bi kurdên hejar difiroşî
Ey generalê sexte, piştî kongreya pêncemîna partiya te, Sêrî biryargeha navendîya teya ewil bû li sala 1995an, navbera gundê Zilîyê ewê liber ava Zê, tev di destên te we de bûn, gelo niha di destê kê deye û ev cî dikeve kîjan beşa Zapê? Bila Karayilan were û bersiv bide, qey bi derew û vrran berxwedan dibe?
Gelo tunela Werxel, tunela Sîda, tunela Xalkan, tunela Dola Karkeran tunela Baniya Mazî, dikevin kî derê ku tu dibêjî, “li rojavayê Zapê dijmin yek sengerekî gerîla jî negirt. Nekarî mewzyeke bi tenê jî bigire. Nekarî tuneleke bi tenê jî bigire.”? Te çiqas ciwanên kurd di van tunelên mirinê de bi kuştin dan? Ka ew koçka we ya jê re digot “Koçka Şîn” niha di destê kê deye?
Karayilan her weha li aliyekî dibêje, “290 rojin egîdên me li keleha Çemço li ber xwe didin. Nahêlin leşkirên Tirkiyê li gir bi cih bibin. Herî zêde 400 metro nêzî gir bûne, wekî din nêzîk nebûne.” bi rastî jî heq eve mirov vê pirsê jî ji Karayilan bike, gelo ma Çemço çiqas ji Bakurê Kurdistanê dûre ku we axa başûr parastibe û niha Tirkiye bi tenê 400 metran dûrî wê be? Ma ev ne şikestineke ku tu bi tama serkeftinê bi kurdên hejar difiroşî?
Karayilanê derewker tu dibêjî, ” me berê soz da ku emê her derê Kurdistanê biparêzin.” lê tu ji Amed, Dêrsim, Garzan, Zagros û Botanê vekişyayî. Li bakur yek deng ji te nayê. Li başûr we Zap, Avaşîn, Çiyayê Reş, Çîyayê Koln, Kurejar, çîya Zerk, Girê Merîna “Cehenem” heyanî Sora Sigêrê da dewleta tirk. Lê dîsa tu basî berxwedan, parastin û egîdiyê dikî? Ma parastina wilat bi vî awaye?
Karayilan berê gotbû, “leşkerên li gundê Sigêrê ya wê biçin, ya jî wê hemû li wir bimirin”. Lê niha dibêje, “raste, me ew hevok ji bo leşkerên li girê Amediyê ango jorî gundê Sigêrê hatibûn bicihkirin gotibû. Em ti gotineke ku nikaribin bikin nabêjin. Ew heqîqetek bû. Hevalan hinek derb lê xistin, wan jî dît ku dikin windahiyên zêde bidin, tirsiyan û bawerim di 11’ê mijdarê de bi balafirên şer li wan derdoran xistin. Li jorî gundê Sergelê û wan deveran hemûyan êrîşên hewayî kirin. Di bin wê êrîşê de reviyan çûn. Me bi xwe zanîbûn, me texmîn kir ku wê biçin. Ji bo wê jî em xwe bi xwe rexne dikin, em rexneya wê didin. Diviyabû ku me ev dijmin berneda. Bi sax berneda, ya bigirtaya jî bikuşta. Li gorî me derfetên wê hebûn. Ji bo wê niha di nava me de mijareke rexnekirin û rexnedayînêye.” li dawiyê em ji Karayilan dipirsin, gelo çima we ev soza xwe bicî neanî, kê rê le we girt, çima we ew leşker bi saxî berdan eger derfetên we hebûn wan bikujin? Ma mijara rexnekirin û rexnedayînê ya di nava we bi xwe de wê bibe çareser? Wê bibe berdêla wê xwîna ciwanên kurd ku li wir hatî riştin?
Bese, ji kerema xwe dev ji Kurdistanê berdin û zêdetir nedin destê dewleta dagirkera tirk, tu li Sigêrê çi dikî, çi karê te li Çemço heye? We dewleta tirk bi dûvê xwe ve girêdaye, kî derê dewleta tirk dixwaze tu berê wan didî wir. Ew artêşa tirk ji Boluyê tên Şêladizê û kanî masê yek fîşekê nahavêjiyê, vêca hûnê çewa dewleta tirk têk bibin? Pîçek şerim bikin kes bi van metelokên we naxape.