Li Çiyayê Kurdan 13 leşker û çekdar hatin kuştin

Li Çiyayê Kurdan 13 leşker û çekdar hatin kuştin Li Çiyayê Kurmênc ê ser bi parêzgeha Laziqiyê ve şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û hêzên hikûmeta Sûriyê de derketin. Li gor çavkaniyên xwecihî ji herdu aliyan 13 kes hatine kuştin. Grûpa bi navê Lîwa Osman Bin Efan a ser bi Desteya Tehrîr El-Şam li dijî binkeyên serbazî yên artêşa Sûriyê êrîşek pêk anîne. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, di wan şer û pevçûnan de 13 kes hatine kuştin ku 6 ji wan çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam bûne. Êrîşa grûpên çekdar piştî wê yekê tê ku Tirkiyê di çarçoveya cîbicîhkirina rêkeftina ligel hêzên Rûsyayê de hêzên xwe ji bajarokê Qestûn ê rojavayê Hemayê ber bi bakur ve veguhestine.

Li Çiyayê Kurmênc ê ser bi parêzgeha Laziqiyê ve şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê û hêzên hikûmeta Sûriyê de derketin. Li gor çavkaniyên xwecihî ji herdu aliyan 13 kes hatine kuştin.

Grûpa bi navê Lîwa Osman Bin Efan a ser bi Desteya Tehrîr El-Şam li dijî binkeyên serbazî yên artêşa Sûriyê êrîşek pêk anîne. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, di wan şer û pevçûnan de 13 kes hatine kuştin ku 6 ji wan çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam bûne.

Êrîşa grûpên çekdar piştî wê yekê tê ku Tirkiyê di çarçoveya cîbicîhkirina rêkeftina ligel hêzên Rûsyayê de hêzên xwe ji bajarokê Qestûn ê rojavayê Hemayê ber bi bakur ve veguhestine.

Pustên heman beş