Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di erdhejê de hejmareke zêde ya mirî û birîndar heye

syria-rojava

Erdheja bi pileya 7.4 ku navenda wê parêzgeha Gurgum a Bakurê Kurdistanê bû li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bû sedema wêraniyê. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber erdhejê 99 kes canê xwe ji dest dane û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûne.

Li Gurgumê serê sibê di demjimêr 04.17an de bi pileya 7,4 erdhejek pêk hat. Paşê li Dîlokê du erdhejên din ên 6,5 û 6,4 çêbûn.

Erdheja ku li Hatay, Edene, Dîlok, Meletî, Kilis, Semsûr, Amed, Riha û Osmaniyê bû sedema weraniyê, li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, her wiha li Lubnan û Misire bandor kir.

Erdheja ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi tundî hat hîskirin bû sedema hilweşîna avahiyan.

Hate diyarkirin ku li Efrîn, Heleb û Hemayê avahî hilweşiyane. Li gor zanyariyên destpêkê 99 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.

Ji ber erdhejê li Hewlêra paytext û her wiha li paytextê Iraqê Bexda û Diyalayê jî hat hîskirin, xelkê ji tirsa ewlehiya canên xwe, ji malên xwe derketin.

Pustên heman beş