Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bilind dibe

Amar-Erdhej-1

Hejmara qurbaniyên erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bû û 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên rizgarkirinê nîşan dane.

Li gorî amarên Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), heta niha di erdheja li Mereş, Dîlok, Şanliurfa, Diyarbekir, Edene, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 6 hezar û 234 kesan û 37 hezar û 11 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hejmara xanî û avahiyên hilweşiyane jî, 5 hezar û 775 e.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihand.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî şandina 25 ambûlansan bo rizgarkirina mexdûrên erdhejê, tîmeke pispor di warê alîkariyên mirovî de şandiye navçeyên erdhejê. Her wiha Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî jî alîkariyên mirovî gihandine Bakurê Kurdistanê.

Pustên heman beş