Berpirsê Daîreya Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHKê) Sefîn Dizeyî der barê ekîba alîkariyê da ya ku şandine Tirkiyeyê daxuyand ku çiqas hewce bike ewê li wir bimînin û wiha got: “Çi ji destê me bê em amade ne bikin, ev mijareke mirovî ye”.
Dizeyî li ser navê gel û hikûmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî da gelê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û got: “Rehma Xwedê li miriyan be, Xwedê şifayê bide birîndaran”.
Der barê ekîba alîkariyê ya ku )HHKê (şandiye Bakurê Kurdistanê da Dizayî wiha got: “Bi telîmata Birêz Serokwezîrê me Mesrûr Barzanî amadehî hat kirin. Alîkariya tibî, mirovî û ekîba lêgerînê ji Xabûrê bi rê ket”.
Ekîba ji 150 kesî pêk tê li Îslahiyeya navçeya Dîlokê ye
Dizeyî agahiyên wiha da: “Ekîba qasî ji 150 kesî pêk tê li Îslahiyeya navçeya Dîlokê ye. Hem lêgerînê dikin û hem jî xizmeta tenduristiyê didin. Weqfa Alîkariyê ya Barzanî jî li wir piştgiriya alîkariyê dike”.
Dizeyî diyar kir, ekîba ku wan şandiye ji 35 ambulans û 55-60 wesayîtan pêk tê, çiqas hewce bike wê li wir bimîne û wiha got: ” Çi ji destê me bê em amade ne bikin, ev mijareke mirovî ye”.
Dizayî got niyeta wan heye ew ji bo Efrînê jî alîkariyê bişînin.