Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em dê alîkariyê bişînin Efrînê

BFC-Barzani-efrin-earthquak

Piştî du erdhejên ku navenda li Mereşa Bakurê Kurdistanê ye li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar û mexdûr bûne. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ku alîkariyan digihîne parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji ber astengiyan nikare alîkariyan bigihîne mexdûrên erdhejê yên Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku ji ber hebûna grûpên çekdar û hin sedemên din nikarin alîkariyê bigihînin herêmên erdhejê yên li Sûriye û Rojavayaê Kurdistanê.

Ehmed anî ziman ku ew amade li kuderê hewce hebe alîkariyan bigihînin wan deran û got “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê îro planên xwe yên komkirin û gihandina alîkariyan bo hemû navçeyên erdhejê ragihîne. Alîkariyên hatin komkirin ji bo Tirkiye û parêzgehên Kurdan hatin şandin. Bi heman awayî wê ji wir jî bigihîni Efrînê jî”.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Riwac Hacî beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku beriya 24 saetan tîmên BCF gihîştine herêmên erdhejê yên li Tirkiyeyê û parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşdarî xebatên giştî yên rizgarkirinê bûne.

Du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ku navenda wan Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kirin. Li Efrîna ku wêranî lê giran bû, bi taybet li navçeya wê ya Cindirêsê nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes li benda alîkariyê ne.

Rayedarên BCF li ser gihandina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê û  Sûriyê dibêjin “Mixabin helwêsta me wisa ye ku ji bo xêrxwazekî wek me jî pir zehmet e ku xwe bigihîne wir. Ji ber ku eger em ji Herêma Kurdistanê derkevin, divê em pêwendî bi rayedarên Sûriyê re bikin. Ger em bi awayekî din biçin, pêwîst e bi komên çekdar re têkilî daynin. Lê em dikarin ji Tirkiyeyê biçin Efrîn û Cindirêsê. Ji bo ku em alîkariyan bigihînin Efrîn û Cindirêsê em di nav têkiliyan de ne. Piştgirî û malzeme amade ne û ekîb jî amade ne, haya me jê heye ku xelk li wir di rewşeke pir xerab de ne”.

Pustên heman beş