Kurdistanê 20 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo mexdûrên erdhejê şandin

krg-saman-barzangy-kurdistan-turkey-earthquak (2)

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, heta niha nêzîkî 20 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê şandine.

Saman Berzincî di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ziyandîtiyên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê ragihand, bi serperiştiya parêzgar û serperiştyarên îdareyên serbixwe, kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên erdhejê li bajarên Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Berzincî diyar kir: “Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bi rêya Konsulxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bi fermî daxwaz kir ku derman û pêdiviyên tendirustiyê zêdetir pêşkêşî Tirkiyê bikin, ji ber ku hejmareke mezin a welatiyên Tirkiyê, pêwîstiya wan bi çareseriya tendirustiyê heye, li ser rizamendî û raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku hemû amadebûnan ji bo alîkariyê nîşan daye, em wek Wezareta Tendirustiyê di komkirina alîkariyan de ji bo mexdûrên erdhejê, beşdar in”.

Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir: “Heta niha nêzîkî 20 ton derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo mexdûrên erdhejê hatin şandin, di heman demê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gelek pêdiviyên bijîşkî şandin û beşeke din jî amade kirine”.

Pustên heman beş