Erdogan: Hejmara qurbaniyan gihîşt 16 hezar û 170 kesan

Erdogan Hejmara qurbaniyan gihîşt 16 hezar û 170 kesan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 16 hezar û 170 kesan.

Erdogan ragihand, di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihîşt 16 hezar û 170 kesan, herwiha 64 hezar û 194 kes jî birîndar bûne û 6 hezar û 44 avahî hilweşiyane.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş