Hejmara qurbaniyên li Sûryê û Rojavayê Kurdistanê gehişt 3773 kesan

SOHR-Earthquak (2)

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan amara herî dawî ya qurbaniyên erdheja ku navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, eşkere kir û ragihand, 3773 kesan canê xwe ji dest dane.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja pêncşemî 9/2/2023 ê eşkere kir, di erdhejê de herî kîm 3773 kesan canê xwe ji dest da ne û pêtirî 4 hezar kes jî birîndar bûne.

Dest nîşan kir, piranîya qurbaniyên navçeyên rejîmê li Lazqiyê ne û yên Rojava Kurdistanê piranî li Cindirês a Efrînê ne.

Li gorî Rwangeha Sûrî, 120 bajar, navçe û gund di erdheja 6 sibatê de hilweşiyane û hêjan bi sedan malbat di bin kavilên heriftî de mane.

Pustên heman beş