Tirkiye: Hêza Erdheja roja 6 sibatê bi qasî 500 bombeyên atomî bû

Erdhej-turkey-earthquake

Orhan Tatar, rêvebirê giştî yê erdhejzanî û kêmkirina metirsîyê li Ajansa Rêvebirîya AFAD ê ya Tirkîyê, got, erdheja roja Duşemê bi mezinahiya 7.8 pile bû bi enerjiya 500 bombeyên atomî bûye.

“Ew erdheja ewil bi pileya 7,8 rîxterê 65 saniye dom kir û erdheja duyemîn jî bi pileya 7,5 45 saniye berdewam kir.

Li gorî amarên dawî yên fermî heta niha 21 hezar û 430 kes mirine û 82 hezar kes jî birîndar bûne.

Di heman demê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro Şemiyê got ku hejmara kuştiyên erdheja wêranker a roja Duşemê gihîştiye 5189 kesan û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Pustên heman beş