Îsraîl kargeha mûşekan a Hemasê bombebaran kir

hamas-israil

Artêşa Îsraîlê li hember êrîşa mûşekî ya Hemasê ya ser Îsraîlê, kargeheke mûşekan a Hemasê bombebaran kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê îro Duşemê 13\2\2023 ragihand, balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî kargeheke madeyên xam a mûşekan a Felestînî bombebaran kirin.

Her wiha got, “Êrîş bersiva êrîşa mûşekî ya roja Şemiyê ya li ser axa Îsraîlê bû ku ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ve hatibû astengkirin.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir, “Êrîşê ziyaneke mezin gihandiye şiyanên Hamasê di warê xwe çekdarkirinê de”.

Artêşa Îsraîlê ji bûyerên li Gazzeyê diqewimin Hamas sûcdar kir û hişyarî da ku ew ê berdêla binpêkirinên ewlehiyê yên li dijî Îsraîlê bidin.

Pustên heman beş